Zilamekî kurê xwe kuşt
Li navçeyekî sînorê parêzgeha Babil a li başûrê Iraqê zilamekî kurê xwe yê 16 salî kuşt.
Îro 18.09.2022yê çapemeniya Iraqê belav kir ku li qeza Haşimiye ya li başûrê parêzgeha Babilê zilamekî kurê xwe yê 16 salî ji ber pirsgirêkekî malbatî kuştiye.
Li gor heman çavkaniyên çapemeniya Iraqê belav kiriye, ew kesê ku kurê xwe kuştiye ji bo cîhekî nediyar reviya ye û berî ku kurê xwe bikuje jî, kurê wî ew bi kêrê birîndar kiriye.
Basnews