• Saturday, 27 April 2024
logo

Çarenivîsa bav û keça windayî; termê bav di nav baxekê de hat dîtin

Çarenivîsa bav û keça windayî; termê bav di nav baxekê de hat dîtin

Li navçeya Zaxoyê piştî derbasbûna 4 rojan di ser windabûna kesekî Êzdî û keçe wî re, şeva bihorî termê bavê keçikê di nav baxekê de li taxa Bêdarê ya wê navçeyê hat dîtin, lê belê keça wî hêj winda ye û çarenivîsa wê nayê zanîn.

Roja 4ê Tebaxa 2022an kesek bi navê Farûq Mîrza yê 42 salî û keça wî ya 6 salî ya bi navê Axîn winda bûbûn, lê şeva bihorî termê Farûq Mîrza di nav baxekê de li taxa Bêdarê ya Zaxoyê hat dîtin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Farûq Mîrza bi kurdekî Êzdî ye û ji sala 2014ê ve û piştî êrîşên DAIŞê koçber bûye û li kampa Çemişko ya li navçeya Zaxoyê dijiya.

Tê gotin, Farûq Mîrza roja 4ê Tebaxê tevî keça xwe ya 6 salî ya bi navê Axîn bo çend demjimêran çûne nav baxekî li taxa Bêdarê ya Zaxoyê û piştre ti agahî ji wan nayê û peywendiya wan bi malbatê re namîne.

Feysel Elî ku xizmê Farûq Mîrza ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re de xuyakirin, ew bi polîsan re çûne cihê bûyerê û diyar bûye ku Farûq hatiye kuştin. Feysel Elî got, “Em bi polîs re çûne cihê bûyerê, Farûq hatiye kuştin, paşê hatiye çalkirin, lê polîs lêkolînên zêdetir dikin.”

Polîsê Zaxoyê ji Rûdawê re piştrast kir ku ew kes haitye kuştin lê diyar kir, derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam in. Polîs ragihand, ew dê lêkolînên zêdetir bikin û paşê encamên lêkolînê û hûrgiliyên bûyerê aşkere bikin.

 

Rudaw

Top