Yekem tîma jinan a paqijkirina mayînan li Herêma Kurdistanê
Tîmeke paqijkirina mayînan ku ji 10 jinan û karmendekî alîkar pêk tê, ev 8 meh in weke yekemîn tîma rakirina mayinan li Herêma Kurdistanê û Iraqê, di Rêveberiya Karûbarên Mayinên Silêmaniyê de hatiye avakirin.
Tîma jinan a paqijkirina mayinan ku di rêxistina MAG de li Rêveberiya Karûbarên Mayinan a Silêmaniyê dest bi xebatê kirin, di dema xebatên xwe de 2 parçe erd paqij kirin û bi dehan mayin îmha kirin.
Tîmê qursên hişyarî û pratîkî wergirtine û ji wan re arîkarên bijîjkî, ajokar û pêdivî hatine peyda kirin.
Rudaw