• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Rihayê jinek hat kuştin

Gulan Media January 20, 2022 Civakî
Li Rihayê jinek hat kuştin

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, jinek di mala xwe de kuştî hat dîtin.

Li navçeya Eyubiye ya Rihayê, dema cîranên wê ji mala Nesibe Alasa 30 salî dengê teqeyan bihîstin, polîs û tîmên tendirustiyê ji bûyerê agahdar kirin.

Di lêkolîna tîmên tendirustiyê de diyar bû, ku bi guleyê li patiyê Nesibe Alas dane û wê kuştine.

Piştî, dozger li cihê bûyerê lêkolînên xwe temam kirin, termê Nesibe Alas bo karên otopsiyê bo Saziya Bijîşkiya Edlî ya Rihayê hat veguhestin.

Hat zanîn hevjînê Nesibe Alas jî berî 5 salan hatiye kuştin. Polîs li ser wê egerê radiweste, ku Nesibe Alas a dayîka 5 zarokan ji ber şerê mîrata di nav malbatê de hatibe kuştin.

 

Rudaw

Top