• Friday, 26 April 2024
logo

Ji ber stranekê derbarê Sezen Aksu de gilî hat tomarkirin

Gulan Media January 18, 2022 Hunerî
Ji ber stranekê derbarê Sezen Aksu de gilî hat tomarkirin

Li parêzgeha Enqerê parêzer jî di nav de grupekê bi hinceta ku Sezen Aksu di strana xwe ya bi navê `Şahane bir şey yaşamak/Jiyîna tiştekî şahane` de heqaret li nirxên olî kiriye gilî tomarkirin.

Hunermenda navdar a Tirkiyê Sezen Aksu di 2017an de ligel muzîkjen Yaşar Gaga stranek bi navê `Jiyîna tiştekî şahane` amade kiribûn û di stranê de gotinên “Silavan li Hawa û Ademê cahil bikin” cîh digrin. Li gor agahiyan di gilîkirinê de ev gotin wek hincet hatine nîşandan.

Derbarê bûyerê de Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Ali Babacan nerazîbûn nîşan da û got ji ber gotinên di straneke wê de hedef girtina Sezen Aksu nayê qebûlkirin. Babacan li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kiriye û dibêje: "Tirkiye tenê dikare bi azadiya raman û îfadeyê mezin bibe. Hûnermendên me jî divê di hûnera xwe de azad bin. Fikreke ku gotinên stranan berovajî dikin xirabiyê li welatê me dikin. Hedef girtina Sezen Aksu nayê qebûlkirin."

Li Enqerê grupekê derbarê gotinên straneke Sezen Aksu de gilî tomarkirin û di daxuyaniya xwe de dibêjin bi awayekî zelal heqaret li nirxên olî hatiye kirin û sivikatî bi Hz. Adem û Hawa hatiye kirin. Li gor medya Tirkiyê grupeke bi navê “Tevgera Yekîtiya Netewî” bi heman hincetê li pêşiya mala Sezen Aksu kom bûne û ew protesto kirine.

Sezen Aksu hûnermendeke navdar e û çendin caran derbarê binpêkirinên mafan de li Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşan daye.

 

Rudaw

Top