Li Dîlokê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin
Li navçeya Şahînbegê ya navendê ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî bi kêrê hevjîna xwe kuşt.
Li taxa Ertugrul Gazi ya Şahînbegê, di navbera Nurettin K. yê 45 salî û hevjîna wî Nurcan K. ya 40 salî nîqaş derket û Nurettin K. bi kêrê li hevjîna xwe da.
Nurcan K. ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Lêkolînê ya Şahînbegê hat veguhestin, lê tevî midaxeleyên li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Kujer Nurettin K. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Rudaw