• Sunday, 16 June 2024
logo

Dadgeha Dubiz biryara vegerandina xwedîbûna 7 malên kurdên gundê Pelkane bo xwediyên wan da

Dadgeha Dubiz biryara vegerandina xwedîbûna 7 malên kurdên gundê Pelkane bo xwediyên wan da

Piştî erebên hawirde hejmarek xaniyên hemwelatiyên gundê Pelkane dagirkiribûn û wan hemwelatiyan jî li dadgehê doz vekiribûn. Li ser vê yekê dadgehê biryara vegerandina xwedîbûna hejmarek xaniyan bo wan hemwelatiyan da.

Îro 03.06.2021ê berpirsê navçeya Dubizê yê PDKê Cewad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Çend hemwelatiyekî gundê Pelkane ya ser bi nahyeya Sergeran a sînorê qeza Dubizê, çûn pêş dadgeha Dubizê, li pêş dadwerê dadgehê îspat kirin ku ew xaniyane ku hejmara wan xaniyan jî 7 xanîbûn û dadgehê jî biryar da ew xanî ji wan hemwelatiyên kurd ên xwediyê resen ên gund in ji wan re bên dayîn û ti mafeke erebên hawirde li ser wan xaniyan tine ye.’’

Herwaha got: ‘’Naha li vî sînorî û bi giştî jî li Iraqê milîs hukim dikin. Ya giring ew e hêzên ewlehiyê yên sepandî rêgir nebin li pêş wê biryara dadgehê.’’

Basnews

Top