• Sunday, 16 June 2024
logo

Elî Teter: Em li gel parêzgarê Şirnexê rêkevtin

Elî Teter: Em li gel parêzgarê Şirnexê rêkevtin

Parêzgarê Duhokê Elî Teter têkildarî birîna darên daristanên Başûrê Kurdistanê di dema operasyonên artêşa Tirkiyê de ragihand ku ew li ser birina daran li gel parêzgarê Şirnexê axivîne. Elî Teter herwiha got ku têkildarî vê mijarê de komîteyek hat avakirin.

Ev çend roj e birrîna darên daristanên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve û veguhestina wan bo nav axa Tirkiyê bûye rojev û di derbarê mijarê de gelek bertek û nerazîbûn çê bûne.

Derbarê mijarê de Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji Rûdawê re ragihand ku ew li gel konsûlê giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê û herwiha li gel parêzgarê Şirnexê axivî ne û ji wan re gotine ku nabe di dema operasyonan de ziyanê bigihînin xwezaya Kurdistanê.

Elî Teter got, parêzgarê Şirnexê û konsûlê Tirkiyê jî diyar kirine ku ewê karê pêwîst bikin ji bo birrîn û firotina daran bê rawestandin û di vê çavçoveyê de jî komîteyeke hemahengiyê di navbera xwe de ava kirine.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter wiha axivî: “Piştî ku ez ligel Konsulê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê aixivîm, ew bi girîngî nêzîkî mijarê bû. Herwiha wî derbarê mijarê de çend caran ligel hikûmeta Tirkiyê peywendî danîne. Herwiha ev çend roj in em ligel waliyê Şirnexê jî li ser xet in û wî jî amadebûna xwe ji bo çareserkirina vê mijarê û rê nedin dar bêne birîn nîşan da. Weke em dizanin waliyê Şirnexê çend caran hêzên serbazî yên Tirkiyê hişyar kirine ku nabe dar bêbe birrîn. Em ligel wwaliyê Şirnexê rêkevtin ku qeymiqamê Zaxo û li qeymiqamê Qilaban (navçeya Şirnexê ye) çavdêriya rewşê bikin.”

Parlamentoya Kurdistanê kete tevgerê

Piştî belavbûna zanyarî û dîmenên birîna darên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, li Parlamentoya Kurdistanê hewldanek ji bo sazkirina civîneke taybet derbarê mijarê de dest pê kiriye, daku lêkolînê derbarê wê yekê de dike.

Parlamenterê Tvegera Goranê, Elî Heme Salih ragihandiye, wan dest bi tevgerekê kiriye, daku parlamento mijarê gotûbêj bike û helwesteke niştimanî nîşan bide.

Bi gotina Elî Heme Salih, heta niha 36 îmzeyên parlamenteran jib bo lidarxistina civîna parlamentoyê hatine berhevkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî daxuyanî dabû

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember birîna darên nav axa Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve bertek nîşan da û ragihand, ew karê hikûmeta Tirkiyê “nayê qebûlkirin” û tekez kir, “bi fermî hikûmeta Tirkiyê hatiye agahdarkirin ku dawî li birîna daran li navçeyên sînorî bîne.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil roja Duşemê 31ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dilgiranî û nerazîbûna xwe li hember birîna daran û zirargihandina bi xwezaya Herêma Kurdistanê nîşan dide û bi fermî jî hikûmeta Tirkiyê agahdar kiriye ku dawî li birîna daran li navçeyên sînorî bînin, ku nayê qebûlkirin.”

Li gor vê daxuyaniyê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil dibêje, hebûna hêzên PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê bûye hincet ji bo hatina hêzên Tirkiyê û çêbûna şer û pevçûnên di navbera wan de li ser axa Herêmê, ku zirar gihandiye xelkê

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dupat dike ku hebûna çekdarên PKKê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî li navçeyên sênorî, bûye sedema hatina hêzên Tirkiyê û derketina şer di navbera her du aliyan de, lewra em daxwazê dikin ku rêzê li serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê bê girtin û êdî rûniştvanên wan navçeyan rastî zehmetî, awareyî û malwêraniyê nekin.”

Hewlêr û Bexdayê bang li Tirkiyê kirin

Wezaretên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî îro derbarê mijarê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniya xwe ya hevbeş de herdu wezaretên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dibêjin: “Ew demek e wek di medyayan de behs lê tê kirin û em dibînin û dibihîsin, hejmarek kompanyayên Tirkî bi alîkariya artêşa Tirkiyê dest bi birîna darên daristanên xwerisk ên sînorê Badînanê li bakurê Herêma Kurdistana Iraqê û veguhastina wan daran bo nava Tirkiyê û bazirganîkirina bi wan kirine.”

Di daxuyaniya xwe ya hevbeş de herdu wezaretên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dibêjin: “Ew demek e wek di medyayan de behs lê tê kirin û em dibînin û dibihîsin, hejmarek kompanyayên Tirkî bi alîkariya artêşa Tirkiyê dest bi birîna darên daristanên xwerisk ên sînorê Badînanê li bakurê Herêma Kurdistana Iraqê û veguhastina wan daran bo nava Tirkiyê û bazirganîkirina bi wan kirine.”

Herdu wezaretan nerazîbûna xwe li hember vî karê hêzên Tirkiyê nîşan dane û daxwaz kirine, birîna daran yekser û demildest bê rawestandin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Li vi rem nerazîbûn û redkirina vî karê ne şaristanî radigihînin, ew prose ne tenê dijminkarî ye li hember xweza û jîngeha Iraqê û Herêma Kurdistanê, lê dijminatî ye li hember mirovahî û jîngeha tevahiya navçeyê û cîhanê, çimku jîngeh bê sînor e, ji ber wê jî em li vir daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê dikin ku vî karî rawestîne.”

 

Rudaw

Top