• Sunday, 16 June 2024
logo

Hikûmeta Kurdistanê hayedariyê dide Tirkiyeyê

Hikûmeta Kurdistanê hayedariyê dide Tirkiyeyê

dibêje hebûna pkkê bûye sedema hatina Tirkiyeyê bo wan deveran.
Dibêje lazime rêz ji serweriya Kurdistan û Îraqê bigire.

Duhê bi şev Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê Cotiyar Adil derbarê mijara zirar gehandin bi xwezaya Kurdistanê û birîna darên Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve daxuyaniyek belav kir û têde hayedarî da Tirkiyeyê.

Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê ragihandiye ku hikûmeta Kurdistanê ji birîna daran û zirar gehandin bi xwezaya Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve dilgirane û neraziye û hayedarî daye Tirkiyeyê daku rêz ji serweriya Kurdistan û Îraqê re bigire.

Adil eşkere kiriye ku hebûna gerîlayên PKK li deverên sînorî bûye sedema hatina artêşa Tirkiyeyê bo wan deveran û derketina şer û pevçûnan di navbera her du aliyan de jî zirarên gelek mezin gehandiye şêniyên wan deveran û jîngeha wan deveran.

Top