• Sunday, 16 June 2024
logo

Yekîtiya Ewropayê ji ber revandina firokeyê siza li ser Belarusê sepand

Yekîtiya Ewropayê ji ber revandina firokeyê siza li ser Belarusê sepand

 Berpirsên Yekîtiya Ewropayê li hev kirin ku Belarusê ceza bikin, nehêlin esmanê Yekîtiya Ewropayê bikar bîne. Ev gava Yekîtiya Ewropa piştî wê yekê tê ku Belarusya balafirek neçar kir riya xwe biguhere ku di navbera du welatên Yekîtiya Ewropayê de bû, ew jî bi mebetsa girtina çalakvan û rojnamevanekî opozisyonê.

Berpirsên Yekîtiya Ewropayê, ew yek weke revandina balafira Polendayê bi nav kirin ku ji Yunanê ber bi Lîtwanyayê ve diçû.

Ewropayê daxwaz kir, Raman Pratasevich demildest bê berdan, ku hevrikekî sereke yê serokê Belarusê ye.

Yekîtiya Ewropayê her duh pakêceke sizayan bi ser Belarusê de sepandin, ku Alexander Lukashenko û tîma wî li xwe digire. Herwiha asmanê Ewropayê li ser hêla asmanî ya Belarusê hat qedexekirin.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Ursula Von der Leyen jî ragihand, pakêca aborî ya ji bo alîkariya Belarusê ku 3 milyar Euro ne, dê bê rawestandin heya ku ew welat bibe welatekî demokratîk.

Ursula Von der Leyen piştî civîna duh a rayedarên Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de got: “Ya rast, yekem babet revandina firokeya hêla asmanî ya Ryanair bû ji aliyê berpirsên Belarusê ve. Di encûmena Ewropayê de sizadan bi koma dengan bû. Ev êriş e li ser demokrasiyê. Ev êriş e ser azadiya derbirînê. Êriş e ser serweriya Yekîtiya Ewropayê. Ev reftara acizker bersiveke tund jê re pêwîst e. Lewma Encûmena Ewropayê biryar da sizayên zêdetir li ser çend kesayetan bisepîne ku destê wan di revandinê de hebûye, lê vê carê kiyanên bazirganî û aborî li xwe digire ku piştgiriya darayî ya vê rejîmê dikin.”

Amerîkayê jî guhertina rêya balafirê şermezar kir û Koşka Spî di daxuyaniyekê de daxwaza berdana demildet a wî rojnamevanê opozisyona Belarusê kir.

Serokê Amerîkayê daxwaza lêkolîneke navdewletî derbarê bûyerê de kir û pêşwazî li gava YE ya cezakirina Belarusê kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ew bûyer weke bûyereke terorîstî bi nav kir û bi tundî şermezar kir.

Serokê Encûmena Ewropayê, Charlis Michel jî got, biryara wan girîng bû ji ber ku ev pêşhateke metirsîdar e.

Lufthansa ya Almanî geştên xwe bo Belarusê rawestandin

Li aliyekê din ve di berdewamiya berteka bûyera revandina firokeyê de, kompaniya veguhastina asmanî ya Almanyayê-Lufthansa biryar da ku tevahiya geştên xwe yên asmanî yên bo Belarusê û ji wî welatî ve rawestîne.

Herwiha hikûmeta Ukraynayê jî bi heman sedemê biryar da, tevahiya geştên asmanî yên li gel Belarusê rawestîne.

Roja Yekşemê hêzên Îstixbarata Belarusê ji bo desteserkirina rojnamevanekî ku rexneyên tund li serokê wî welatî Alexander Lukashenko digire, firokeyeke ewropî bi gumana ku qaşo bombek di firokeyê de heye, neçar kirin ku li Mînsk a paytexta Belarusê dane û bi wê yekê rojnamevanê navborî desteser kirin.

Ew bûyer ji aliyê welatên Ewropayê û Amerîkayê jî weke karekî “terorîstî” û “revandina firokeyê” ji aliyê hikûmeta Belarusê ve hat binavkirin.

 

Rudaw

Top