• Sunday, 16 June 2024
logo

Nêzîkî 100 malbat ji Holê bo Mûsilê tên veguhastin

Nêzîkî 100 malbat ji Holê bo Mûsilê tên veguhastin

Nêzîkî 100 malbat ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê bo Iraqê têne veguhastin.

Serokê Komîteya Herêm û Parêzgeha li Parlemana Iraqê Şêrwan Duberdanî ragihand, roja Sêşema bê, nêzîkî 100 malbatên çekdarên DAIŞê yên Iraqî ku li kampa Holê dimînin, dê ji bo kampa Cedaa li başûrê Mûsilê bêne veguhastin.

Şêrwan Duberdanî aşkere kir, tevî hemû hewl û kar û agadariyên wan derbarê vê yekê, lê wê roja Sêşemê nêzîkî 100 malbatî bigihin Mûsilê.

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.  Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in.  Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat  hene  û %96 ji wan jin û zarok in,  %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.  Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in.  77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin.  12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

 

Rudaw

Top