• Saturday, 18 May 2024
logo

Îbo bi alîkariya jina xwe meşiya

Îbo bi alîkariya jina xwe meşiya
Hunermendê dengxweş ku di encama êrîşeke çekdarî de felc bû, cara yekemîn bi alîkariya hevsera xwe meşiya

Tatlises, roja 1303.2011 rastî êrîşeke çekdarî hatibû û di serê xwe de giran birîndar bûbû, piştre ji aliyê xwe yê çepê ve felc bûbû.

Îbo, bi mehane dermankirina fîzîkî dibîne.

Duh li Enqerê çû dadgehê.

Di derbarê wê êrîşê de bi qasî seetekî îfade da.

Di îfadeya xwe de Tatlises got, kesê ku bi sîlehê êrîşî wî kir, berî çend salan ew tehdîd jî kiribû.

Tatlises got, di sala 2004 de, Abdullah Uçmak ji zindamê li wî geriya û ew tehdîd kiribû û gotibû "Eger ez derketim wê tu bibînî"

Li avahiya dadgehê, bi alîkariya jina xwe di ser merdîwenan re rabû û daket.

Vê meşa wî bala her kesî kişand.

Avestakurd
Top