• Saturday, 18 May 2024
logo

Alboma nû ya Canê bi navê “Çar Bira” ye

Alboma nû ya Canê bi navê “Çar Bira” ye
Hunermenda navdar a kurd Canê aşkere kir ku alboma wê ya nû bi navê “Çar Bira” ye.

Canê, duhî, di serdanekê de bo Dezgeha Aras bo Çap û Belavkirinê û AKnewsê ragihand, “Alboma min a sala 2011an bi navê Awaza Hunerê bû û ji 11 stranan pêk dihat.”

Canê bal kişand ku alboma wê ya nû ji 8 stranan pêk tê, 4 hatine tomarkirin û niha ew mijûlî tomarkirina 4 stranên din e.

Canê xuya kir ku mebesta wê ji navê albomê “Çar Bira”, her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Derbarê alboma wê ya nû, Canê got, “Hin ji stranên albomê li Almanya hatine tomarkirin û yê din dê li bakurê Kurdistanê bêne tomarkirin, pêşbînî dikim di cotmeh an jî mijdarê de bê belavkirin.”

AKnews
Top