• Friday, 24 May 2024
logo

Bulent Arinç 'Siya Mem û Zîn'ê pir eciband

Gulan Media February 28, 2012 Hunerî
Bulent Arinç 'Siya Mem û Zîn'ê pir eciband
Beşa yekemîn a rêzefîlma 'Siya Mem û Zîn' ji ekranên TRT-6’ê ku bi kurdî weşanê dike derket pêşberî temaşevanan. Cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç got, TRT-6’ê îmze avêtiye projeyeke mezin û di her warî de fîlmeke serkeftî ye.

TRT-6 ku girêdayî hikumeta Tirkiyeyê ye û bi zarevayên kurdî (kurmancî û zazakî) weşanê dike, rêzefîlma yekemîn bi navê 'Siya Mem û Zîn' ku ji berhema navdar a fîlozof Ehmedê Xanî girtiye weşand. Evîna Mem û Zînê ya bi huner û fîlozofiya Ehmedê Xanî diherike bi zimanê kurdî derket pêşberî temaşevanan.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç ku di heman demê de berpirsê saziya TRT’ê ye di heqê rêzefîlma 'Siya Mem û Zîn' de di twitterê de wiha nivîsand: "Mem û Zîn wek Ferhad û Şîrîn, Leyla û Mecnûn, Kerem û Aslî bandora evîneke bê hempa ye. Ji berhemê ku bi kurdî hatiye nivîsandin, fîlmekî kurdî çêkirin jî pir girîng e. Her wiha TRT-6’ê sê sal berê tabuyeke mezin şikand, dest bi weşana kurdî kir û ev jî rêzefîlma yekemîn a kanalê ye."

Arinç got, wî duh êvarî temaşeyî fîlmê kiriye û pir li xweşa wî çûye û wiha dom kir: "Bi yek gotinê 'muhteşem' bû. Herwiha rewşenbîr û hunermendên kurd ku duh êvarê temaşeyê fîlmê kirin jî dan xuyakirin ku, zimanê fîlmê ji hêla her kesên ku kurdî dizane tê fêmkirin."

Hunermend Mustafa Erdogan jî derbarê rêzefilma Mem û Zîn de got: “Bi vî awayî parçe bi parçe dikeve nav jiyana me, nasandina vê çandê û ji bo fêrkirna kesên ku nizanin, li xweşa me çû.”

Di rêzefîlmê 'Siya Mem û Zîn' de çîroka evînê wiha ye: Mem li Stenbolê endezyariyê dixwîne, Zîn jî biperwerde ye û pir xweş hespê siwar dibe. Di fîlmê de Mem nûnertiya rastî, dirustî û eşqê, Zîn jî nûnertiya rehmê, şefqetê, fêdekarî û îsyanê dike. Tacdîn dostanî, camêrdî û biratî, Sitî jî başî, merhemet û alîkarî temsîl dike.

Rudaw
Top