• Sunday, 05 May 2024
logo

Romaniya belgefilemkê li ser têkoşîna Kurdan çêdike

Gulan Media November 26, 2010 Hunerî
Romaniya belgefilemkê li ser têkoşîna Kurdan çêdike
Li gor Ajansa Kurdistan News firmaya ragihandin û sînemaya romanî (Stêrka Nû) belgefilmekê li ser Kurdên başûrê Kurdistanê çêdike.

Di Filmê de behs li têkoşîna Kurdan têkirin û çawa piştî rizgariyê ketine qonaxa avakirin û geşekirina aborî, çandî û bazirganî ya welatê xwe da.

Film niha di qonaxa montajê de ye û çêkerên filmê dixwazin bi vî filmî beşdarî festîvala sînemaya navnetewî bibin.

Derhênerê filmê, Krîsyo Bîrtşer.
Nivîserê alîkar, Namo Ristem e.
Top