• Sunday, 05 May 2024
logo

Fîlma ‘Kuwêstanî Qendîl’ li Dubay ket pêşbirkê

Gulan Media November 22, 2010 Hunerî
Fîlma ‘Kuwêstanî Qendîl’ li Dubay ket pêşbirkê
Fîlma “Kuwêstanî Qendîl” ku li festivala Ourense ya Spanyayê xelata baştirîn senaryo wergirt, niha jî li Dubai di heftemîn festivala fîlman de digel çendîn fîlmên cîhanî, ket pêşbirkê.

Fîlma “Kuwêstanî Qendîl” ya ji derhênana Sînemager Taha Kerîmî, ji berhemên Birêveberiya Hunerî ya Sînema li bajarê Silêmaniyê ye û fîrmaya “Stak Fîlm” karê belavkirinê ji bo wê dike.

Berpirsê ragihandina fîlmê Hewrê Kerîmî ji AKnewsê re axivî û wiha got, “Fîlma Kuwêstanî Qendîl niha beşdariyê di xula heftem ya festivala fîlman a Dubai de dike, ku di hema demê de di 22ê mijdara 2010ê ta 2ê kanûna 2010ê beşdariyê di xula 41ê ya festivala fîlman IFFI de li girava Gua li Hindistanê dike.”

Hewrê Kerîm ronî kir ku ev fîlm yekem fîlma dirêj ji berhemhênana Taha Kerîmî ye. Ew behsa pêkvejiyanê di navbera 4 neteweyên kurd, ereb, faris û tirk dike û di xaknîgariyeke wek Qendîlê de sitemkariya li ser gelê kurd nîşan dide.

Fîlma “Kwêstanî Qendîl” bi beşdariya aktorên kurd ji başûr, rojhilat û bakur û çendîn aktor û hunermendên bi navûdeng ên faris, ereb û tirk ku hejmara wan bi giştî 120 aktor e, di fîlmê de beşdarî kirine.

Hêjayî gotinê ye berhemeke din ya sînemager Taha Kerîmî, belgefîlma “Nan û Newt”, niha hemdem beşdariyê di 4 mihrîcanên navdewletî de dike û gelek xelat wergirtine. (AKnews)
Top