• Sunday, 05 May 2024
logo

Îbo di çavê rastê de kor bû ye

Gulan Media November 14, 2010 Hunerî
Îbo di çavê rastê de kor bû ye
Îbrahîm Tatlises stranbêjê navdar eşkere kir ku ew nikare bi çavê xwe yê rastê baş bibîne.

Tatlises di programeke televîzyonê de diyar kir ku doktoran ji wî re gotine ku divê çavê wî yê rastê were emeliyatkirin, yan heger na ew ê bi temamî kor bibe.

Tatlises got ew ê di demeke nêzîk de çavên xwe bi lêzerê bide emeliyatkirin.

Tatlises her wiha got, kesên ku şerê wî dikin û nexêrê ji wî re dixwazin, di dawiyê de rastî belayeke mezin tên.

avestakurd /servîsa magazînê
Top