• Friday, 29 March 2024
logo

Geştyar ji ber dîmenên ciwan qesta Sûlava Çirtanê dikin

Geştyar ji ber dîmenên ciwan qesta Sûlava Çirtanê dikin
Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê Sûlava Çirtanê ku 60 metreyan bilind e, bi ava berf û baranê diherike û dîmenên xweşik pêşan dide, vê yekê jî bala xelkê kişandiye. Tevî ku rêya gihiştina Sulavê zehmet e, lê xelk ku hez ji siruştî dikin, xwe digihînin wê navçeyê.

Geliyê Pilemurê ku salê çar demsal bi bedewiya xwezaya xwe û ajalên kovî balê dikişîne, yek ji geliyên parêzgeha Dersimê ye. Sûlava Çirtanê ku di gelî de ye ji 60 metreyan bilindahiyê tê xwarê. Sûlav bi ava berf û baranê diherike û dîmenên xweşik pêşan dide. Xelkê navçe û derdorê jî ji bo tomarkirina van dîmenên bêhempa qesta vê sûlavê dikin.

Welatî Cuneyt Coşkun dibêje: “Li bajarê me geliyê Pilemûriyê û Pulur hene. Em niha li geliyê Pilemûriyê ne. Ev sûlav girêdayî navendê ye. Di biharan de bi helîna berfê sûlav bi xurtî diherike. Em jî wek xwezahez tên û van dîmenan tomar dikin.”

Ji ber ku sûlav li cihek bilind e, hinek zehmetiyên xwe gihandina wê jî hene. Lê kesên ji xwezayê hez dikin, di ser van zehmetiyan re dimeşin û xwe digehîninê.

Cuneyt Coşkun herwiha got: “Em ji navenda bajar ber bi geliyê Pilemûriyê ve hatin. Piştî ku me otomobîka xwe park kir, nêzîkî demjimêrekê em meşiyan. Ev meşa me piçek zehmet bû. Em naçar man ku ji çemê sûlavê derbasî aliyê din bibin. Piştî meşa zehmet a demjimêrekê em gihan vê sûlava ciwan a xwezayî."

Dêrsim yek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye ku bi kanî û çemên xwe yên herikbar berniyas e. Çemê Munzur, Çemê Mercan û çemê Pilurê ji çemên navdar ên vê parêzgehê ne.

Rudaw
Top