• Friday, 29 March 2024
logo

Li Bakurê Kurdistanê sûlavên mezin ziwa dibin

Li Bakurê Kurdistanê sûlavên mezin ziwa dibin
Li gundê Hemîkan ser bi navçeya Elkê yê Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê sûlavên ku bi salane diherikîn, îsal ziwa bûne.

Ji ber di demsalên zivistan û biharê de zêde baran nebariya, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê îsal hest bi hişksaliyê tê kirin. Zevî ziwa bûne, asta ava çeman daketiye û gelek sûlav jî ziwa bûne.

Li gundê Hemîkan yê navçeya Elkê jî cara yekem e ku sûlava gund ziwa dibe.

Welatiyên gund û geştyarên ku her sal bo dîtina dîmenên ciwan serdana navçeyê dikin dibêjin, ligel ku hê bihar e lê ava sûlavan çikiya ye. Ev ji cihê nîgeraniyê ye.

Ji ber hişksaliya îsal li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê di hêla çandiniyê de cotkar rojên zehmet derbas dikin.

Rudaw
Top