• Thursday, 18 April 2024
logo

Şikefta Şaneder; cihê jiyana mirovên neandertal li çiyayên Zagrosê

Şikefta Şaneder; cihê jiyana mirovên neandertal li çiyayên Zagrosê
Şikefta Şaneder di nav dol û çiyayên navçeya Mêrgesorê li bilindahiya 2,200 metran ji rêzeçiyayên Zagrosê ye ku paşmayên laşên mirovên neandertal ên beriya 35,000 heya 60,000 salî lê hatine dîtin.

Jibo dîtina şikeftê, geştyar heya qasekê dikarin bi otomobîlê xwe bigihînin nêzîk û piştre bi piyan biçin nav şikeftê.

Di destpêka Şikeftê de peykerê şûnwarnasekî amerîkî Ralph Stefab Soleckî (1917-2019) tê dîtin ku di navbera salên 1951 heya 1960an lêkolîn li ser şikeftê kiriye. Wî şûnwarnasê amerîkî piştî ku xwendina xwe li zanîngeha Colombiayê bi dawî kir, bo lêkolînan hate şikeftê û di lêkolînên xwe paşmayên mirovên neandertal dît û îsbat kir, ku dîroka jiyana mirovan li herêmê gelek kevn e.

Bilindahiya Şikefta Şanederê 18 metr e û dirêjiya wê 40 metr û paniya wê jî 27 metr e ku ber bi nav şikeftê ve ew panahî zêde dibe bo nêzîkî 60 metreyan. Ev şikeft li ser asta Iraqê û Başûrê Kurdistanê mezintirîn û kevntirîn şikeft e.



Rudaw
Top