• Friday, 29 March 2024
logo

Li Mêrdînê 9 şûnwar li lîsta UNESCOyê hatin zêdekirin

Li Mêrdînê 9 şûnwar li lîsta UNESCOyê hatin zêdekirin
Li herêma ku wek “Turabdin” tê binavkirin a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, 9 şûnwar li Lîsta Demkî ya Mîratên Cîhanê ya UNESCOyê hatin zêdekirin.

Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyê aşkere kir ku dêr û keşîşxaneyên serdema Navîn û Antîka Dereng ên li herêma “Turabdin” a Midyada Mêrdînê, li Lîsta Demkî ya Mîratên Cîhanê ya UNESCOyê hatin zêdekirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, dêrên Mor Sobo, Dayika Meryem (Yoldath Aloho), Mor Quryaqos, Mor Azozo û keşişxaneyên Mor Gabriel, Mor Abaî, Mor Loozor, Mor Yakup û Deyrulzafaran ketine li Lîsta Demkî ya Mîratên Cîhanê ya Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Netewê Yekgirtî (NY).

Şaredarê Midyadê Veysî Şahîn amaje bi dîrok û pirçandî, pirzimanî û pêkvejiyana li Mêrdînê kir û ragihand ku zêdekirina wan şûnwaran li lîsta UNESCOyê dê bandoreke erênî ya girîng li kerta geştyarî ya bajar û deverê bike.

Veysî Şahîn got, “Tiştekî baş e ku cihên bi vî rengî dikevin bin parastinê. Tişta me dixwast jî ji xwe ev bû. Em spasiya hemû berpirsan dikin.”

Muxtarê gundê Anitli û karmendê Dêra Dayika Meryem Habîb Dogan jî li hember vê biryarê kêfxweşiya xwe derbirî û got, “Ez di wê baweriyê de me ku Suryaniyên li hemû cîhanê dê pêşwazî li vê biryarê bikin. Ev gelek girîng e ji bo me hemûyan.”

Habîb Dogan, behsa wê jî kir ku bi vê biryarê serdanên bo deverê dê zêde bibin û hêviya xwe derbirî ku di pêşerojê de ew şûnwar bikevin lîsteya daîmî jî.

Rudaw
Top