• Friday, 29 March 2024
logo

Li Çiyayê Korekê pereşûtvanek kete erdê

Li Çiyayê Korekê pereşûtvanek kete erdê
bilindahiya çiyayê 2127 metreye.

Bi sivêkî birîndar bûye.

Duhê înê du werzişvan ji bajarê Dihukê berê xwe dane çiyayê Korekê bo pereşûtvaniyê, lê di encama kêşeyeke teknîkî de yek ji wan pereşûtvanan ku welatiyeke Ereb û şêniyê parêzgeha Dihukêye dikeve erdê.

Piştî nîv seat ji lêgerînê, tîmên hawar hatinê yên Soranê, ev pereşûtvanê dibînin ku bi sivêkî birîndar bibû.

Pereşûtvanê birîndar bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Çiyayê Korekê ser bi qezaya Riwandizê ye, bilindahiya çiyayê 2127 metreye, weke cîheke torîstîkî li Kurdistanê de tê nasîn û rojane di her çar demsalan de hijmareke zêde torîst berê xwe didin vê çiyayê.
Top