• Friday, 29 March 2024
logo

Parkek gelekî mezin li Duhokê tê çêkirin

Parkek gelekî mezin li Duhokê tê çêkirin
Li bajarê Duhokê parkek gelekî mezin tê çêkirin. Rûbera wê 900 donim e.

Berdevkê şaredariya Duhokê, Îsmaîl Mistefa ji BasNewsê re got, biryar hatiye dayîn parkeka mezin li taxa Aloka ya Duhokê were çêkirin.

Îsmaîl Mistefa her wiha got, rûbera wê parkê 900 donim e û bi çêkirina wê parkê re rêjeya keskatiyê li Duhokê gelekî zêde dibe.

Bi gotina wî berpirsê şaredariyê, heta niha nayê zanîn ew piroje dê ji aliyê hikûmetê ve were çêkirin yan jî sektora taybet ve.

Basnews
Top