• Friday, 26 April 2024
logo

Dirêjtirîn pira hilawîstî ya peyayan li cîhanê

Gulan Media April 30, 2021 Corane
Dirêjtirîn pira hilawîstî ya peyayan li cîhanê
Biryar e dirêjtirîn pira hilawîstî ya peyayan li cîhanê ku li Portugalê ye û 175 metran bilind e û 516 metran dirêj e, roja Yekşemê 2ê Gulanê bê vekirin.

Roja Pêncşemê 29ê Nîsanê rê bi xelkê hat dayîn ku bo yekemîn car li ser pirê bimeşin.

Marcelo Soareswelatiyekî Portugalê yek ji wan kesên bextewer e ku bo yekemîn car li ser dirêjtirîn pira hilawîstî ya peyayan li cîhanê meşiyaye. Ew dibêje, “Ezmûneke taybet bû, kêfxweşim ku li ser pirê meşiyam. Ez li vê navçeyê dijîm û destpêkê dema ku min derbarê projeyê de bihîst, min bawer nedikir.”

Berpirs û xelkê Portugalê hêvîdar in çêkirina wê pirê bibe sedemek jibo vejandina sektora geştyariyê li wî welatî, bi taybet ku zêdeyî salekê ye ji ber rêkarên taybet bi rêgirtin li belavbûna coronayê, zirareke mezin gihîştiye sektora geştyariya wî welatî.

Margaretta Bilim, Seroka Şaredariya Arouka li Portugalê dibêje, “Ev proje jibo me giring e, bi taybet ku têkilî bi destpêkirina çalakiyên geştyariyê heye. Eger ku çêkirina pirê demek ba ku bi dawî biba jî, hêj vekirina wê dibû giringtirîn tişt.”

Beriya wê projeyê, pira Charles Quen li Swîsreyê weke dirêjtirîn pira hilawîstî ya peyayan li cîhanê bû, ku 494 metran dirêj e û nêzîkî 85 metran jî bilind e.

Rudaw
Top