• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Colemergê pincar xwedî cihekî teybet e

Gulan Media April 25, 2021 Corane
Li Colemergê pincar xwedî cihekî teybet e
Li Colemergê pincar xwedî cihekî teybet e. Bi hatina Buharê re jî li serê çiyayên Colemêrgê pincarê xwe daye der. Pincara ku di gelek cure xwarinan de cih digire di heman demê de li serdezgehê firoşkaran dibe deriyê debarê jî.

Xwezaya Colemêrgê qasî bedewbûna xwe di heman demê de bi dewlemendbûna cureyên geyayê jî tê nasîn. Yek ji van jî pincar e ku bo Colemêrgiyan nebateke gelek teybet e. Bi hatina Buharê re jî pincarê li ser çiyayê Colemêrgê xwe daye der. Pincar di gelek cureyên xwarinan de jî tê bikaranîn û Colemêrgî jî eleqeyeke baş bo vê nebata teybet nîşan didin. Cengîz Baybunê bavê 7 zarokan jî dide zanîn ku di demsala biharê de firoştina cureyên pincaran jî bo wî bi salane dibe deriye debarê ku bi fortina pincaran nan dibe mala xwe.

Firoşkar Cengîz Baybun ji K24ê re got: “Di 2 mehên Buharê de hemû jiyana me ser pincarê ye. Em debara xwe bi firotina pincarê dikin. Gelek cureyên xweş ên xwarinê bi pincarê tên çêkirin. Li gel savarê û li gel birincê tên xwarin.”

Gelek geyayên teybet û navdar ku di heman demê de ji cureyên pincarê ne yên wek hegedan, rîvas, tolik, kereng, karî, mende, siyabo û lûşe xwezaya rengîn a Colemêrgê dixemilînin. Cureyên pincarê di xwarinên wek doxeva, keledoş û tirşikê de tên bikaranîn û ji sifreyên Colemêrgê û gelek bajarên din kêm nabe. Seît Kaçar jî yek ji wan welatiyane ku bi xwe li çiyayên wek Simbil, Berçelan û Cîlo pincaran bi deste xwe dide hev.

Seît Kaçar dibêje: “Min ji Çiyayê Simbilê ev pancar dane hev. Em baqek a wê bi 5 lîreyî difiroşin. Ez sere sibê demjimêr 05.00ê rabum çum û niha demjimêr 13.00 e, ez nû hatim. Karê me xetere ye. Lê m aka ez çi bikim, em bi vê pincarê debara xwe dikin.”

Ev geyaya teybet bo 2 mehan ji bêkarên Colemêrgê re kar dabîn dike û xwediyê çend teybetmendiyên din e jî. Pincar li gel ku xwarinên tama wan xweş jê tên çêkirin di heman demê de bi salane ji aliyê welatiyên deverê ve wek derman jî tê bikaranîn ku welatî di wê baweriyê de ne ku dermanê xwezayî ye jî.



K24
Top