• Saturday, 20 April 2024
logo

Çîroka jina 103 salî ku ji Coronayê rizgar bû

Gulan Media April 18, 2021 Corane
Çîroka jina 103 salî ku ji Coronayê rizgar bû
Bi tementirîn pêketiya korona li Rojavayê Kurdistanê ew nexweşî derbas kir. Hacir Mihêmid ji dayikbûya Cenga Cîhanî ya Yekem e, xelka bajarê Meyadîn e li Dêrazorê lê niha li kampa Erîşa li başûrê Hesekê koçber e.

Hacir Mihêmid piştî ku 10 rojan di bin çavdêriya hûr de dimîne, di dawiyê de, korona derbas dike, lê ji ber bi temenbûnê ew li ser hişê xwe diçe.

Hacir Mihêmid Elhenûna, nexwşa 103 salî, dibêje, “Ez gerim dibûn, ez radibûm û ez diketim, ez û kurê xwe em çûn, ez birim, derman dan min û ez vegerandim.”

Li Nexweşxaneya Kovîd-19 ya li bajarê Hesekê, 43 kesên ku li vî bajarî rewşa wan gelekî xirabe, tê de dimînin, ji bilî wan derdora 600 kesên din li gorî amarên Desteya Tendirustiyê li heman bajarî di malê xwe de kerentîkirî ne.

Hozan Ismaîl ku rêveberê metirsîdartirîn nexweşxanê ye, dibêje ku pêwistiya Rojavayê Kurdistanê bi oksîjen û yek milyon dos vaksîn heye.

Hozan Ismaîl, Berpirsê Nexweşxaneya Kovîd-19, dibêje, “Niha li nexwşxaneyê 43 kes in, beşê ku piştrastbûn e, 9 guman kirî jî hene, karîna nexweşxaneyê ya wergirtina 60 kesî heye, lê oksîjen kêm e her nexweşek 4 yan 5 oksîjen ji wan re pêwîst kir. Niha oksîjen gelek kêm e li bajarê Hesekê tenê kargehek heye ew jî pêre nagihêje em ji Qamişlo tînin.”

Rêveberiya Xweser beriya niha ji neçarî bo sînordakirina vîrusa koronayê qedexe ragihandibû û daxwaz ji xelkê kiribû pabendê rênemayên xwe parastinê bibin.

Ev jî di demekê de ye ku heya niha 13579‪ kes li deverê bi koronayê ketine, 447 ji wan jiyana xwe ji dest dane, metirsiya pêleke nû ji ber giheştina cûreke nû ji heman vîrusê heye.

Rudaw
Top