• Saturday, 20 April 2024
logo

Laşfiroşên Brazîlyayê daxwaza vaksînê dikin

Laşfiroşên Brazîlyayê daxwaza vaksînê dikin
Li Brazîlyayê şer şerê bidestxistina vaksînê ye, laşfiroş jî hatine pêş, daxwaza vaksînê dikin û dibêjin: “Em naxwazin ji ber Coronayê çavkaniya debara xwe ji dest bidin.”

Laşfiroş wek faktereke metirsîdar a veguhestina Coronayê bo kesên din tên dîtin.

Lucimara Costa, laşfiroşeka Brazîlî dibêje: “Em di lîsteya wan grûpan de ne ku divê vaksînê werbigrin, ji ber danûstandina me ligel hemû cor kesekî ye û jiyana xwe dixin metirsiyê.”

Laşfiroşên bajarê Belo Horizonte daxwaz dikin wek wan hemû grûpan bên temaşekirin ku niha dikarin vaksînê werbigrin. Li wî welatî tenê pizîşk, perestyar, mamosta û kesên bi temen vaksînê werdigrin.

Li Brazîlyayê desteya laşfiroşan heye û deste şer bo bidestxistina mafên wan dike.

Cida Vieira, Rêvebera Giştî ya Desteya Laşfiroşan li Brazîlê dibêje: “Em dixwazin vaksînê werbigrin, ji ber em ji wan grûpan e ku divê zû werbigrin wek mamosta, perwerdekar û ên wiha. Bi taybetî di demekê de em hişyariyê derbarê nexweşiyên veguhêz de didin mêran, em jin in û mafên me hatine binpêkirin.”

Li Brazîlyayê ji 2012an ve laşfiroşî pîşeyekî fermî ye û wek hemû karekî yasayî tê temaşekirin, lê demjimêrên karkirinê û hûrgiliyên din nediyar in, ji ber vê yekê laşfiroş berdewam rûbirûyê êrîş, tundûtûjî û serkutkirinê dibin, belavbûna Coronayê bandoreke zêde li dahata wan kiriye.

Li gor amarên Rêxistina AIDSê ser bi Neteweyên Yekbûyî, li Brazîlyayê zêdeyî milyonek û 400 hezar laşfiroşan bi fermî navê xwe tomar kirine.

Brazîlyayê zêdeyî 21 milyon doz vaksîn dane xelkê, eger bo her wergirekî yek doz vaksîn bê hesabbikin, wate heta niha ji sedî 5ê xelkê Brazîlyayê vaksîna Coronayê wergirtine.

Rudaw
Top