• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Herema Kurdistanê pitikek bi 3 penîsan ji dayîk bû

Li Herema Kurdistanê pitikek bi 3 penîsan ji dayîk bû
Li Parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê pitikê ku sala borî bi 3 penîsan ji dayîk bûbû hate emeliyatkirin. Bijîşk texmîn dikin ku ev bûyer li ser rûyê dinê cara yekem e.

Li Parêzgeha Duhokê pitikek bi 3 penîsan ji dayîk bû. Pitikê ku bi bendroma ku di bijîşkiyê de jê re “Triphallia” tê gotin ji dayîk bûye, du penîsên wî yên ku kar nakin bi emeliyatê hatin jêkirin.

Tê texmînkirin ku ev bûyer li ser rûyê erde yekem e. penîsên ku hatibûn jêkirin bi boriya mizê ve ne girêdayîbûn û urolog jî dibêjên biryara herî baş emelyat bû.

Pitikê ku nansnama wî nehatiye eşkerekirin sala borî dema 3 mehî bûye bijîşkan di derbarê bûyerê de gotareke bijîşkî weşandine.

Pispor bal dikişînin ser wê yekê ku her sal ji 5-6 milyonan 1 pitik bi zêdeyî yek penîs ji dayîk dibin û dibêjin li seranserê cîhanê ji sed bûyerên sendroma diphallia yek bi penîsan ji dayîk dibe.

Li gorî raporta Kovara Navneteweyî ya Raporên Bûyera Cerrahiyê (International Journal of Surgery Case Reports) pitikê Duhokî yekemîn nexweşê triphallia (sê penîs) ye. Li gor nivîskarê raporê Dr. Şakir Selîm Cebalî, salek piştî emeliyatê, di pitikê de ti pirsgrêkek nehatiye dîtin.

Dr Cebalî di derbarê mijarê de dibêje “Li gor texmîna me, ev yekem bûyera sê penîs an jî triphalliya ye.”

Rudaw
Top