• Friday, 29 March 2024
logo

Ji Meletiyê meha sibatê 7357 ton mişmiş hatine hinardekirin

Gulan Media March 16, 2021 Corane
Ji Meletiyê meha sibatê 7357 ton mişmiş hatine hinardekirin
Li gorî amarên borseya bazirganî ya Meletî li Bakûrê Kurdistanê, meha Sibata îsal 7 hezar û 357 ton mişmişên hişk hatine hinardekirin.

Serokê Borseya Bazirganî ya Meletî Remezan Ozcan ragihand ku her çiqasî şert û merc ji ber corona ne li bar bûn lê dîsa jî ew gihîştine wê armanca ku dabûne pêşiya xwe.

Remezan Ozcan diyar kir ku wan rêjeyeke zêdetir danîne pêşiya xwe û kar jî li ser dikin.

Ozcan da zanîn ku meha Sibata 2021an ji Meletî 7 hezar û 357 ton mişmişên hişk hatine hinardekirin û bi giştî di nava 2 mehan de jî 14 milyon û 80 ton hatine hinardekirin ku dike 47 milyon û 371 hezar dolar.

Temamê dahata ji hinardekirina mişmişên hişkkirî li gorî par, 4 milyon dolar zêde bûye.

Meletî, li ser asta Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê di berhemanîna mişmişan de pêşeng e û ji sedî 85ê pêwîstiya welatên cîhanî bi qeysî ango mişmişên hişk dabîn dike.

Bajarê Meletî di rewşeke asayî de salane dikare ji 400 hezar tonî zêdetir berhem bîne.

Rudaw
Top