• Friday, 19 April 2024
logo

Şazade Harry û hevjîna wî nihêniyên Koşka Şajinê eşkere dikin

Şazade Harry û hevjîna wî nihêniyên Koşka Şajinê eşkere dikin
Ew Şazadeyê Brîtanî ku ji ber xoşewîstiya hevjîna xwe dest ji post û desthilatê berda, ligel hevjîna xwe bi hev re çûn ber medya Amerîkî û çend nehêniyên taybet bi Koşka Şahane ya Brîtanyayê eşkere dikin.

Destnîşankirina Meghan ji aliyê Şazade Harry ve wek hevjîna xwe, herdu rûbirûyê gelek derdeseriyan kirine. Sedem jî zêde ne, ji çermê reş ê Meghan û pîşeyê wê yê berê wek aktera sînemayê heta digihe malbata wê ya berbelav ji dayîk û bavekî ji hev cuda û bavekî neserkeftî.

SB Medyakara Navdar a Amerîkayê Oprah dipirese: “Gelo di wê baweriyê deyî destpêkê bi başî pêşwazî li Meghan hatibe kirin?” Şazadeyê Brîtanî Prince Harry jî dibêje: “Belê, ya rast gelekî baştir ji wêya min pêşbînî dikir, dapîr, bav, birayê min û hevjîna wî û endamên din ên malbata min hemûyan destpêkê gelekî bi başî pêşwazî li Meghan kirin, lê ew wiha nema, hemû tiştek piştî geşta min û Meghan bo Australyayê guherî.”

Di geşta xwe ya Australyayê de, pêşwaziyeke gelekî germ li Harry û Meghan hat kirin, vê jî li gor axaftina Harry û Meghan hesûdiyek li nav Koşka Şahane çêkir û tirsa zêdetirbûna pêgehê civakî ya herduyan li ba wan çêbû. Parastina zincîreya çermspîtiya şazadeyên Brîtanyayê, herdem cihê girîngiya malbata Şahane

Meghan, Hevjîna Harry Şazadeyê Brîtanya jî dibêje: “Wan mehên ku ducanî bûm, ji min re gotin ku dema zarokê te ji dayîk dibe navê Şazade bo nayê dayîn û zêrevanên taybet bo parastina jiyana wî jî nayên danîn, ji wê zêdetir jî nîgeraniya xwe anîn ziman derbarê rengê çermê zarokê min de ku dibe çerm reş be.”

Oprah dîsa dipirse “Çi? Kî bû ew kesê ku ev axaftin bot e gotin?” Meghan jî dibêje: “Çendîn gotûbêj di wê derbarê de hatine kirin.”

Oprah:"Raweste, yek deqe raweste, kesek li nav Koşka Şahane ya Brîtanyayê ligel te axifiye û ji rengê çermê zarokê te nîgeran bûye?"

Meghan: “Bizane, mi di wê demê de hest bi şermezariyê dikir ku îtiraf pê bikim bi taybetî bo Harryê hevjînê min, bi rastî wê demê min dixwest xwe bikujim û êdî li jiyanê nemînim."

Adara sala 2020an Harry û Meghan Koşka Şahane bicîh hiştin û ji wê demê ve peywendiya wan bi Koşkê ve nemaye.

Oprah: “Peywendiya te ligel bavê te çawa ye? … Gelo bersiva peywendiyên te dide?"

Harry: "Belê, belê, di qonaxeke dûr û dirêj re derbas bûn heta gehiştin vê derê. Ez bi rastî hest dikim ku bav û dapîra min pişta xwe dan min û ez bicîh hiştim. Di demekê ku bavê min bi êş û jan hevjîna xwe ji dest da, lê min piştgiriya wî nedît, ez kurê wê jinê me ku wî hez jê dikir, lê herdem li ser hewlên xwe berdewam dibim bo parastina peywendiyên min ligel bavê min."

Harry û Meghan di Adara 2018an de li Londonê wek şazade û xanima şazade jiyana hevjîniyê pêk anîn. Lê niha li Californiya Amerîkayê zêdeyî 6 hezar kilometer dûrî Brîtanyayê wek ew bi xwe dibêjin, dûrî serêşiya desthilatê, wek malbateke normal jiyaneke sade birêve dibin.

Rudaw
Top