• Wednesday, 24 April 2024
logo

Zanîngeha Urmiyê di asta Îranê de bû yekem

Zanîngeha Urmiyê di asta Îranê de bû yekem
Zanîngeha pizişkî ya Urmyê di asta Îranê de pileya yekem a olimpiyata perwerdeya pizişkî bidest xist. Ew jî li ser destê xwendekarekî Kurd yê wî bajarî bûye.

Fuad Hatemî, ji gundê Dezgir yê navçeya Mirgewer a Urmiyê, xwendekarê sala dawiyê ya zanîngeha pizişkî ye. Di dîroka zanîngeha pizişkî ya Urmiyê de, yekem car e ew pile di asta Îranê de tê bidest xistin.

Birîna qunmaxên zanistî, zehmetiyên xwe hene, lê kesên ku ji wan ewrazan bi ser ketine, tevî ji bîr nekirina zehmetiyên wê, berdewam moralê didin kesên ji xwe genctir ku ti karek li dervey şiyanên mirovan de nînin.

Kêm caran heye ku di nava zanîngehên mezin û navdar yên Îranê de, navê zanînegeheke weke ya Urmiyê bihê, ev yek jî zêdetir destkefta Fuad Hatemî ye.

Hatemî behsa cudahiya di nabera girîngîdan bi zanînegehên li Kurdistan û bajarên mezin yên Îranê jî dike dû dibêje wî gelek fedakarî ji jiyana xwe ya rojane kirine heta ku kareyê wê pileyê bidest bixe û her kesê ku bawerî bixwe hebe û kar bike dê bigihêje armanca xwe.

Ji navçeya ku di hemû warekê de perawêzxistî ye û bi tayebtê Kurd di rêveberiya bajaran de jî berdewam di bêparkirinê de ne, di van salên dawiyê pêşketinên zanistî tê de berbiçav bûne, gav bi gav di pêşveçûnê de ye.

Rudaw
Top