• Friday, 29 March 2024
logo

Ayasofyaya Kurdistanê

Gulan Media February 27, 2021 Corane
Ayasofyaya Kurdistanê
Li gundê Şahmîrana Tetwan a Bedlîsê yê dîrokî dêreke bi navê Ayasofya heye. dîroka lêkirina wê dêrê li gor texmînan 500 sal piştî jidayîkbûna Hz. Îsa yê.

Li gor zanyarîyên gundiyan di serdemên kevin de jî her jîngeh bû ye û ew gunda yê Ermeniyan bû ye.

Piştî ku Ermenî jê derketine, ketiye destê misilmanan. Li wî gundê dêrek bi navê Ayasofya heye û dîroka lêkirina wê dêrê li gor texmînan 500 sal piştî jidayîkbûna Hz. Îsa yê. Lê ew dêra ji aliyê gundiyan ve ji sala 1930an vir ve weke mizgeft tê bikaranîn.

Di sala 2015an de jî Wezareta Çand û Turîzmê wê derê restore kirîye lê hemû nexş û nemûşên krîstiyaniyê hê jî bi awayek orjînal di mizgeftê de cîh digrin.

Gundiyên Şahmîranê jî di vî dêra kevnar de îbadetê xwe dikin. Ew dibêjin heke me vê dêrê neziviranda mizgeftê defineciyan yê hemû rûxandibana.

Gundê Şahmîran di qûntara çiyayê Nemrûda dê bi ser nevçeya Tetwana Bedlîsê de ye. Îro înî ye şêniyên Şahmîranê piştî ku kar û barên xwe yê rojane xilaskirin îja ji bo nimêja înê hêdî hedî di bexçeyê mizgeftê de kom dibin. Lê ev îbadetxaneya ku yê tê de mêj bikin di eslê xwe de dêreke Ermeniyan e u navê wê jî Ayasofya ye.

Ev klîseya bi navê Ayasofya 500 sal piştî ji dayîkbûna Hz.Îsa hatîye lêkirin wate ev der zêdetîrî 1520 salin ku her tê de îbadet hatiye kirin. Lê di sala 1930an de gundiyên Şamranê ev der zivirindine mizgeftê û v zêdetirî 90 salin jî weke mizgeft tê bikaranîn.

Muxtarê gund Mahîr Akhan “Niha navê gundê me Şahmîran e. Ew ermeniyên ku ji vir koçbûne çûne jî li Ermenîstanê navê gundê xwe Şahmîran danînê. Gundekî dîrokî ye û ji demên kevnar maye. Mezinên me digotin di serdema Ermeniyan de ev gund cihê rêvebirina ermeniyan bûye. Heke me ev dêr nezivirandiba mizgeftê niha wek cihên din hemû xira bibû. Definegeran niha xera kiribû. Wekî din niha av pê de hatibû. Me deh mizgeftên nû jî çêkiribû qasî vê mizgeftê ji me re meqbûl ne di bû.”

Mizgefta ku ji kiliseye hatîye zivirandin di sala 2015an de ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve hatiye restore kirin. Di restorasyonê de jî wavtîzxane û xaçên li çar aliyên mizgeftê û cîhên ku lê find dihatin vêxistin jî bi awayek orjînal hatine parastin û gundî li ber sembol û nîşaneyên Kristiyaniyê îbadetên xwe yên îslamî pêk tînin.

Melayê Mizgefta Ayasofya Mele Mihyedîn jî dibêje “Ji bo ku ev esera xirab nebe me dest neda wan sembolan. Ji bo alem jî bizanibe pêşî da jî alem hebû ye. kristiyanî hebûye. Ji bo wê jî me reseniya wê xerab nekir. Şiklên kristiyaniyê ne, dîrok e yanî, berhemeke kevn e. Wan şiklana li ser îslamê tesîr nake. Di îslamiyetê de tişta girîng ewê ku qelbê mirov xaris lîllah be. Ku qelbê merif xaris lîllah bê her tişt qewî dibe yanî.”

Şêniyên temen mezin yên gundê Şamranê jî behsa dehan sal bere yê halê vê îbadetxaneye dikin û dibêjin

Şêniyê gund Şabedîn Oral “Wextê ez ber fehmê xwe bûm ev der camî nebû. Xelkê gîhayê xwe dixistê. Ka di xistinê.”

Şêniyê gund Hecî Silhedîn Cûcî “Îca ku ew çûne em hatine ketine gund. Welleh hê malên wan, xaniyên wan, dîwarên wan, xirbeyên wan hene.”

Şêniyê gund Mehmet Oral “Dêrê zivirandine mizgeftê. Çima wisa kirine gotinê tiştek waha bila bimîne û ev yek jî ji bo mirovan rind e.”

Kîtabeyek orjînal ya vê îbadetxaneya kevnar nîn e û bi stîla mîmariya xwe ev der weke mînyatora Ayasofya ya mezin ya stenbole tê dîtin

Rudaw
Top