• Friday, 29 March 2024
logo

zimanê Kurdî (zaravê Soranî) bo ser sîstema viber hat zêde kirin.

Gulan Media February 10, 2021 Corane
zimanê Kurdî (zaravê Soranî) bo ser sîstema viber hat zêde kirin.
Rêveberê Giştî û Damezrînerê Sepana (Appa) şandin û wergirtina name, wêne û vidoeyan a Viber, ji Rûdawê re ragihand, ku wan zimanê Kurdî (zaravê Soranî) bo ser sîstema sepana xwe zêde kiriye.

Program û sepanên şandin û wergirtina name, wêne û videoyan roleke giring di jiyana me ya rojane de dilîzin, her ji peywendiyên bi kes û kar û xizm û dostan ve heya cîbicîkirina kar û bazirganiyê. Sepana Viber yek ji wan sepana ye ku rojane hejmareke zêde ya xelkê li cîhanê û li Herêma Kurdistanê jî bikartînin.

Weke pêngavekê ji bo asankariya bikarhênerên Kurd, kompanyaya Viber biryar daye ku zimanê Kurdî jî bo ser sîstema xwe zêde bikin û her kesek eger bixwaze dikare di eyarên wê sepandê de zimanê sîstemê biguherîne û bike Kurdî.

Tora Medyayî ya Rûdawê derbarê vê pêngavê û çend mijarên din de, hevpeyvînek li gel Djamel Agaoua, Rêvebirê Giştî û Damezrînerê Viberê kiriye.

Rûdaw: Birêz Agaoua, gelek spas bo vê derfetê. Dixwazim gotûbêja xwe ji vê biryara kompanyaya we dest pê bikim a zêdekirina zimanê Kurdî li ser sîstema operasyona Viber, dikarî ji min re bêjî ku sedema vê biryarê çi bû?

Djamel Agaoua: Gelek bi sadeyî, berî her tiştî, me gelek bikarhêner li Kurdistanê û navçeyê hene. Em kêfxweşin bi wê yekê û em dixwazin spasiya wan dikin ku Viber bikar tînin. Bi baweriya me guftûgokirin mafekî bingehîn e, çawa ku me pêwîstî bi xorak û mal û xwendinê heye, pêwîstiye me bi guftûgoyê jî heye. Erkê me ev e ku em wiha bikin ku xelk bi awayeke bêberamber peywendiyê bi hev re bikin. Bo vê jî pêwîstiya wan bi xizmetguzariya sepanê bi zimanê xwe heye. Ji bo ku bi baştirîn şêwe sûdê jê bibînin. Me biryar da zimanê Kurdî bo ser Viberê zêde bikin, ku bû 42mîn zimanê nav Viberê. Me ev kar bi hemahengî li gel Korekê Telecomê kir. Em pê şanaz in û kêfxweş in ku vê xizmetguzariyê pêşkêşî xelkê Kurdistanê dikin.

Rûdaw: Gelo hejmara bikarhênerên Kurd ên Viberê çi qas e?

Djamel Agaoua: Hejmarê bi diyarkirî nizanim. Li tevaya Iraqê, nêzîkî ji sedî 50ê xelkê Viberê bikar tînin. Dizanim li Kurdistanê rêje zêdetir e. Nêzîkî ji sedî 60 heya 65ê xelkê Kurdistanê Viber bikar tînin.

Rûdaw: Gelo ti kêşeyeke teknîkî di dema zêdekirina zimanê Kurdî de çêbû? Kêşeyên weke guncana alfabeya Kurdî li gel sîstema we?

Djamel Agaoua: Na, sîstema me rê bi zêdekirina zimanan dide, lê me dixwest em piştrast bin, çimku me zanyarî li ser vî zimanî nebû. Ji ber wê Korek Telecom bû hevbeşekî me yê giring, daku peyvên hêja li cihên xwe bên bikaranîn. Me pirsgirêkên teknîkî nebûn, çimku em alfabeya çend zimanên din jî bikar tînin. Wek mînak zimanê Rûsî û zimanên başûrê rojhilatê Asyayê. Alfabeya zimanên cuda li ser Viber li ber dest e.

Rûdaw: Birêz Agaoua, ka em behsa mijareke giring bikin, li cem hemû ewên ku wan sepanan bikar tînin ku ew jî meseleya privacy ango taybetmendiya bikarhêner e. Dikarî li ser sîstema taybetmendiya Viberê biaxivî? Bikarhêner çawa dikare piştrast be ji wê yekê ku zanyariyên wî li cihekî parastî ne?

Djamel Agaoua: Ev pirseke gelek baş e. Ev beşek e ji bingehên Viber ku em taybetmendî û zanyariyên bikarhêneran biparêzin. Baştirîn rê jî ev e ku em wan zanyariyên taybet ên bikarhêneran li cem xwe nehêlin. Ya ku me li Viberê kiriye, ev e ku me biryar date kêmtirîn rêjeya dataya bikarhêneran di nava Viber de hebe û em wan datayan li cem xwe hilnegirin. Çatkirin û telefonkirina bi rêya Viber nihênî ye. Wate tenê ew du kesên ku bi hev re têkiliyê dikin, dikarin nameyan bixwînin û peywendiyên telefonî bibihîsin. Em weke Viber di vê navberê de haya me ji naveroka wan peywendiyan tune ye. Li Viberê ti kesek, tevî min bixwe jî, em destê me nagihe naveroka çat û peywendiyên telefonî. Dema name digin, em fayla li cem xwe jê dibin û ti tomareke wê faylê li cem me namîne. Wateya wê ev e ku eger rojekê sêrvêrên me bên hakkirin, kesek bikare destê wî bigihe nav sîstemê, ti nameyeke hilgirtî di nava sêrvêrê de nabîne. Armanc ew e, tenê kesên ku beşdarî wê peywendî û guftûgoyê ne, dikarin guh li peywendiyan bigirin. Kesekî din nikare, heta em jî.

Rûdaw: Gelo ti rêyek heye jibo ku bikarhêner piştrast be ku zanyariyên wî parastî ne, eger weke mînak, kesekî yan dezgeheke hikûmî hewl da biçe nav sîstema wê?

Djamel Agaoua: Weke min got, baştirîn şêweya parastinê ev e, ku em bixwe bizanin ku dikarin çi core zanyariyekê li cem xwe bihêlin. Tekane dataya ku em li cem xwe dihêlin, hejmara telefonê û navê bikarhêner û temenê bikarhêner e. Çimku em dixwazin bikarhênerên zarok biparêzin. Em tenê daxwaza van zanyariyan dikin. herwiha IP adresa bikarhêner jî em dihêlin, jibo zanîna cihê wan. Ew tevaya datayên li cem me ye. Eger rojekê Viber bê hakkirin ku em hemû hewlan didin, ew yek neyê kirin, tekane zanyariyek ku dikeve destê hakker, ew in ku min behsa wan kir. Ti name û faylên di navbera du kesan de li ser sêrvêrê Viberê nayê hilgirtin. Her dema ku naverok digihe kesê beramber, li cem tê jêbirin. Heta di dema veguhastinê de jî bi nihênî dimîne. Me sêrvêra xw bi vî awayî çê kiriye.

Rûdaw: Gelo ew ji bo şandina nameyên di nav grûpan de jî rast e? Çimku gelek kes, ez bixwe jî wan grûpan bikar tînim, gelo grûp jî bi heman awayî ne?

Djamel Agaoua: Sê şêweyên gotûbêjkirinê li ser Viberê hene, kesek li gel kesekî din, grûpa taybet û grûpa giştî. Guftûgoyên di nav grûpên nihênî de jî parastî ne. Heya 250 kes dikarin di grûpeke bi vî coreyî de bin. Ev sînorê Viberê ye. Naveroka wê jî bi tevahî parastî ye. Tenê naveroka nav wan grûpan nihênî nînin ku giştî ne. Dema ku grûpeke vekirî tê avakirin, hejmareke bêsînor a xelkê dikarin têde beşdar bin. Weke komelgehekê ye û xelk dikarin têde baixivin. Naveroka wan corên grûpan nihênî nîne. Xelk dikarin naverokê bibînin. Ew jî asayî ye çimku şêweya grûpê giştî ye. Her kes dikare biçe nav grûpê û naverokê bibîne. Pêwîst nake hak bikî, tanê pêwîste bibî endamê grûpê. Naveroka van core grûpan nihênî nîne, lê belê naveroka guftûgoyên navbera du kesan û naveroka grûpên taybet bi awayeke otomatîk parastî ye. Pêwîst nake tu pêngavan bavêjî jibo ku naveroka te nihênî û parastî be. Weke sepanên din pêwîstiya te pê nîne ku destkariyê di rêxistina sepanê de bikî jibo parastina naveroka xwe. Belku bi awayekê otomatîk parastî ye.

Rûdaw: Bêguman tu baştirîn kesî ku vê pirsê jê bipirsim, tu çi şîretan li xelkê dikî jibo ku metirsî li ser zanyarî û hesabê wan ê Viberê çênebe?

Djamel Agaoua: Metrisî bi çi şêweyekê? Mebesta te çi coreke metirsiyê ye?

Rûdaw: Bikarhêner divê çi bike jibo ku zanyariyên wî parastî bin? Ti tiştek heye ku pêwîst be bike?

Djamel Agaoua: Ya ku pêwîst e bikin ev e ku sepaneke guncaw jibo guftûgoyê hilbijêrin. Bi baweriya min Viber baştirîn bijarde ye jibo wan kesên ku giringî didin parastina nihêniyên xwe. Xala duyem ev e, ku Viber beşek nîne ji ti sîstemeke ewlehiyê, tenê amûreke guftûgo û peywendîkirinê ye. Ew xizmetguzariya peywendîkirinê ku em pêşkêş dikin, nihêniyan diparêze. Bêguman, hemû sîstemek dibe ku bên hakkirin. Ev tiştek e dibe ku rû bide, eger bikarhênerek bê hakkirin, wê demê rêyên cuda heye jibo xwe rizgar bike.

Rûdaw: Gelo hesabên bazirganiyê bi çi awayî ne: Gelo wan jî heman asta parastinê heye?

Djamel Agaoua: Hesabên bazirganî û şandina nameyên bazirganî ne nihênî ne, piraniya wan corên nameyan weke SMSê ne lewma name veşartî û nihênî nînin, bi giştî jî pêwîstiya wan pê nîne. Lê dema kesek nameyekê bo bazirganiyekê dişîne, wê demê nameyên wî nihênî û parastî dibin.

Rûdaw: Hejmarek sepanên din ên weke we hene, lê hûn çawa dikarin bikarhêneran li Kurdistanê razî bikin ku sepana we bikar bînin? Hûn çawa wan piştrast dikin?

Djamel Agaoua: Sepanên din ku hene, silamet nînin bo bikaranînê. Weke mînak sepanên ser bi Blue Galaxy, hemû zanyariyan derbarê te de kom dikin, daku bikarin reklamên bazirganî ji te re bişînin. Her tiştî derbarê te de dizanin, hez ji çi dikî, diçî kuderê, kîjan restoran bi dilê te ye û çi core xwarinekê dixwî, serdana kuderê dikî, li gel tevahiya hêviyên te. Heta zanyariyan derbarê zarokên te de jî kom dikin. Tevahiya wan zanyariyan li ser sêrvêrekê tên hilgirtin ku li dijî te tên bikaranîn, daku pê pere peyda bikin. Sepanên din metirsîdar in çimku xwediyê ti sîstemeke çavdêriyê nînin. Bikarhêneran rûbirûyê cîhanekê dikin ku ji wan re baş nîne. Eger giringî bi parastina zanyariyên taybet didî, Viber baştirîn bijarde ye çimku rêya herî guncaw e jibo peywendî û guftûgokirinê. Şandina name û peywendiyên telefonî û peywenîkirinên bi grûp û peywendiyên vîdyoyî, jibo encamdana guftoûgoyan li gel bazirganan û heval û mamosteyên te. Ji bo wana tevan, heya niha Viberê baştirîn sepan heye li bazarê. Herwiha rêz li te digire, weke mirovekê û rêz li nihênî û taybetmendiya te digire.

Rûdaw: Birêz Agaoua projeya te ya paşerojê jibo xelkê Kurdistanê çî ye? Weke te bi xwe got, we li vir bazareke mezin heye.

Djamel Agaoua: Em hez dikin xizmetguzariyên bêtir pêşkêş bikin, li hinek welatan, weke mînak Ukrayna me şêweyeke peredanê bi rêya Viber çalak kiriye. Bi baweriya min Kurdistan jî guncaw e jibo vî karî, bihîne ber çavê xwe ku dikarî pereyê kirîna kelûpelan bi rêya Viber bidî, yan xelk dikarin pere bidin hev. Dibe ku ji welateke din ve bi Viber pere bo te bê şandin. Wek mînak ew kesên ku li derve dijîn, dikarin pere ji kesûkarên xwe re bişînin. Em dixwazin wan core xizmetguzariyê xwe li Kurdistanê pêşkêş bikin, çimku Viber li Kurdistanê xwedî bazareke mezin e. Pêşkêşkirina wan xizmetguzariyan nirxekî zêdetir dide bikarhêneran.

Rûdaw: Gelo ti demeke diyarkirî jibo cîbicîkirina wan projyan heye?

Djamel Agaoua: Me demeke diyarkirî destnîşan nekiriye, lê bi baweriya min heta dawiya îsal em dest dikin bi pêşkêşkirina hinek ximzetguzariyan. Hinek astengî li pêşiya me ne li gor her welatekê, weke mînak mijara wergirtina rêpêdana karkirinê. Lê bi giştî me hevbeşên baş li Iraqê hene, ku dikarin alîkarê me bin. Ev hêviyî çê dike. Hêvîdarim ku di sala 2021 de em bikarin xizmetguzariya pere çalak bikin li Iraqê û Kurdistanê.
Top