• Thursday, 28 March 2024
logo

Keçeke Rûsî bû bûka Kurdan

Gulan Media February 6, 2021 Corane
Keçeke Rûsî bû bûka Kurdan
Keçeke Rûsî bû bûka Şirnexiyan û ew dibêje, “Tevî ku çandên me ji hev cûda ne, lê Şirnexî gelek baş in û ez gelek kêfxweş im.”

Şenol Uysal ê xelkê Şirnexa Bakurê Kurdistanê bi hemwelatiya Rûsî Olya Pankova re li gor adet û nêrîtên Kurdan zewicî.

Şenol Uysalê 34 salî yê xelkê Şirnexê û Olya Pankova ya 26 salî salek berî niha li bajarê Çanakkale yê Tirkiyê hev naskirin.

Wî ciwanê Kurd û keça Rûsî piştî salekê biryar dan ku jiyana hevjîniyê pêk bînin û îro li Şirnexê bi merasîmeke di navbera malbatan de zewicîn.

Merasîma zewacê ya herdu ciwanên Kurd û Rûsî, ji ber tedbîrên Coronayê tenê bi beşdariya endamên malbatên wan û li adet û nerîtên Kurdî birêve çû.

Olya Pankova dibêje, tevî ku çandên wan ji hev cûda ne, ew gelek kêfxweş e û nimûneyek ji bo cûdahiyên di navbera çandên Kurd û Rûsan de da û got, “ew sifreyê datînin erdê û xwarinê dixwin. Destên kesên mezin maçî dikin. Li ba me tiştek wiha tune ye, lê ez dê hîn bibim.”

Ji ber tedbîrên Coronayê tenê endamên herdu aliyan beşdarî merasîmê bûn

Ew keça Rûsî dibêje, xelkê Şirnexî mirovên gelek baş in û diyar dike, “Tu li deriyê kê bidî, dê alîkariya te bike. Tişta xelkê Şirnexê ku herî zêde min jê hez kir; dilê wan gelek paqij e. Wek keça xwe ji min hez kirin. Bi rastî ez gelek kêfxweş im.”

Zavayê Kurd Şenol Uysal jî got, “Piştî ku me hev nas kir, hevaltiya me baş dewam kir. Min ew vexwend Şirnexê. Do destpêkê dema li ser înternetê lêkerîn dikir derbarê Şirnexê de, her tim bûyerên berê didîtin. Hizrên wê yên neyînî hebûn, lê piştî ku hat ew hizr guherîn. Herwiha malbata wê jî xwedî hizrên neyînî bû, lê dema hatin, dîtin ku tiştek wisa nîne. Em kêfxweş in.”

Şenol Uysal û Olya Pankova

Li aliyê din bûhabûna kelûpelan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di wê zewacê de jî di rojeva xelkê de bû. Hevalên zava ji bo balê bikişînin ser bûhabûnê, 1 lître rûn wek diyarî pêşkêşî zava kirin ku rûn yek ji wan kelûpelan e, bûhayê wî gelek giran bûye.

Rudaw
Top