• Thursday, 25 April 2024
logo

Wêneyê ‘jineke kole’ li şûna serokekî Amerîkayê li ser dolar tê danîn

Gulan Media January 30, 2021 Corane
Wêneyê ‘jineke kole’ li şûna serokekî Amerîkayê li ser dolar tê danîn
Wêneyê heftemîn Serokê Amerîkayê Andrew Johson li ser 20 dolarê Amerîkî tê rakirin li cihê wî wêneyê Harriet Tubman, aktivîsta reşpîst a li dijî koletiyê, tê danîn.

Îdareya nû ya Amerîkayê ya di bin Serokatiya Joe Biden de biryareke nû da ku di heyama serokatiya Trump de hatibû rawestandin.

Li gor biryara nû, li Amerîkayê wêneyê serokê 7emîn yê aligirê koletiyê Andrew Johson ji ser 20 dolarê tê rakirin û li şûna Johson wêneyê perastar û aktîvîsta reşpîst Harriet Tubman ku li dijî koletiyê bû, li ser 20 dolar tê danîn.

Li Amerîkayê cara yekem serokê 44emîn Barrack Obama xwestibû wêneyê Andrew Johnson yê ku koleyên wî hebûne ji ser banknotan bê rakirin.

Lêbelê piştî ku Donald Trump bû Serokê Amerîkayê, ev biryar dabû sekinandin. Rêveberiya Biden jî biryar da ku wê guhertinê pêk bîne.

Li cihê wêneyê Andrew Jacksonê ku alîgirê koletiyê bû, dê wêneyê

Wêneyê Harriet Tubman keseke navdar e û di salên 1800î de li dijî koletiyê têkoşîn dabû, dê li şêna wêneyê 7emîn Serokê Amerîkayê Andrew Jacksonê li ser banknotên 20 dolarî bê danîn.

Harriet Tubman kî ye?

Hariret Tubman di Adara 1822 de li Marylanda Amerîkayê ji dayîk bû.

Jiyana Tubman di 2019an de bi navê “Harriet” wek fîlm hat amadekirin. Tubman wek kole ji dayîk bû û di sala 1849an de ji koletiyê reviya çû Pensylvanya, Philadelphia, piştre dîsa vegriya Marylandê ku malbata xwe jî ji koletiyê xilas dike.

Wê jiyana xwe bo xebata li dijî koletiyê terxan kir û rêyên veşartî û xaniyên ewle bi navê "Rêhesina Binerdê" (Underground Railroad) ava kir.

Herwiha Hariret Tubman toreke li dijî koletiyî ava kir û çalakiyên xwe berdewam kirin û bi 13 seferen 72 kes û malbat ji koletiyê rizgar kirin.

Hariret Tubman roja 10ê Adara 1913an li New Yorkê koça dawî kir.

Rudaw
Top