• Thursday, 25 April 2024
logo

Futbolîstê Kurd transferî Denîzlîsporê bû

Gulan Media January 20, 2021 Corane
Futbolîstê Kurd transferî Denîzlîsporê bû
Futbolîstê Kurdê Feylî, Ahmed Yasîn bi tîma Super Lîga Tirkiyê Denîzlîsporê re ji bo sal û nîvek peyman îmze kir.

Yukatel Denîzlîspor bi futbilîstê 29 salî yê Kurdê Feylî Ahmet Yasîn ê ku di tîma BK Hacken a Swedî de dileyîst re lihevkirin.

Hat zanîn ku herdu ali li ser 1 sal bi opsiyon 1,5 sal lihevkirine.

Denîzlîsporê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de wiha got “Em ji Ahmed Yasîn ê ku di Tîma Netewî ya Iraqê de dileyîze dibêjin bixêr hatî, di bin formayê me yê kesk-reş de serkeftinê dixwazin.”

Ahmed Yasîn berê di tîmên BK Forward û Orabro yên Swêdî de dileyîst piştre transfer tîma Aarhus a Danemarkî bû. Dûv re, Ahmed Yasîn dîsa vegeriya Swêdê û di tîmên AIK Solan û Hackenê de leyîst. Piştî vê derê derbasî tîma Qatarî ya Al-Khorê bû.

Ahmed Yasîn di 22ê Nîsana 1991an de li Bexdayê di malbateke Kurdên Feylî de ji dayîk bûye.

Rudaw
Top