• Sunday, 26 May 2024
logo

Piştî 39 salan Îran rê da jinan biçin nav lîstgeha footballê

Piştî 39 salan Îran rê da jinan biçin nav lîstgeha footballê
Çûna jinan li lîstgehên Footballê ji sala 1979 ve hatibû qedexe kirin, lê piştî ku tîma Îranê ya ku di Kûpaya Cîhanê de di yariya ewil de bi ser ket, qedexeya derî li pêşiya jinan hat vekirin ku, piçin nav lîstgehê.

Hejmarek jin li pêşiya lîstgiha Azadî li bajarê Tehranê rawestabûn û çaverêya vekirina derî dikirin daku, biçin nav lîstgehê û kêfxweşiya xwe ki tîma welatê xwe re derbirînin.

Herwiha ji ber girtina deriyê lîstgihan li pêşiya jinan hin jin neçar bûbûn ku, xwe weke kuran bikin û cilûbergên wan li xwe bikin daku, biçein nav lîstgeha Footballê, piştî ew jin çûn gelek wêneyên wan li ser torên civakî hatibûn belav kirin.

Basnews
Top