• Friday, 22 November 2024
logo

Iraq daxwaza civîneke bilez ji Komkara Erebî dike

Gulan Media November 22, 2024 Nûçe
Iraq daxwaza civîneke bilez ji Komkara Erebî dike

 Îro 22.011.2024, Hikûmeta Iraqê daxwaz li Komkara Erebî kir ku civîneke awarte bo rûbirûbûna "tehdîdên Îsraîlê" li ser asta nûnerên herdemî li dar bixe.

Daxwaza Hikûmeta Iraqê bi rêya nûnertiya wî welatî li Komkarê bûye û sedema wê daxwazê jî girêdayî gefên Îsraîlê ye û ew name ku wî welatî gehandiye encûmena asayîşê a pêşandana mafê berevaniyê li xwe kir li beramber wan êrîşên ku ji aliyê milîsên Iraqî ve li ser Îsraîlê tên kirin, ku hikûmeta Iraqê nameya xwe bi xwesteka berfirehkirina şer û kaosê pênase kiriye.

Roja sêşema borî, Mihemed Şiya Sûdanî, fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê, sazî û cihên leşkerî yên welatê xwe agahdar kiriye ku pêşî li her çalakiyekî êrîşkarane bikin ku li derveyî însiyatîfa dewletê li ser Îsraîlê tên kirin.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Jadeun Sa'ir roja duşemê ragehand ku hikûmeta Iraqî berpirs e ji her êrîşeke ser Telavîvê ji axa xwe û mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze.

Top