• Saturday, 25 May 2024
logo

%27ê hingivê Îranê li Urmiyê tê berhemanîn

%27ê hingivê Îranê li Urmiyê tê berhemanîn
Demsala biharê bi dawî bû, lê navçeya Şino ji bo xwedîkirina mêşhingivan hêj cihekî guncaw e. Bêhna giya û gulên cur bi cur di demsalên ciyawaz de tê wê wateyê ku pêwîstiya mêşhingivan bi xurekên ku bi destan hatine çêkirin tine ye.



Li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 6 hezar kes karê xwedîkirina mêşhingivan dikin û salane zêdetirî 21 hezar ton hingiv berhem tînin, ev jî tê wateya %27ê hingivê Îranê. Urmiye di warê berhemanîna hingiv de xwedî pileya yekem e.



Ji bilî hingiv berhemên din jî hene ku ew jî mûm, jel û jehra mêşhingiv in û beşeke mezin a van berheman têne hinardekirin jî.



Lê belê piştî berhemanîna hingiv, kêşeya bazarkirina wan heye. Tinebûna kargehên pêwîst ên ji bo berhemanîna hingiv, wisa kiriye ku hingivvan nikarin weke pêwîst berhema xwe werbigrin, ji ber vê jî beşek ji berhema hingivê Urmiyê li bazarên cîhanî bi markayên welatên din têne firotin.



Tenê hebûna şert û mercên guncaw ji bo xwedîkirina mêşhingivan ne bes e, herwiha divê xwediyê mêşhingivan bikarin berhemên xwe bi buhayên guncaw bifiroşin.

Rudaw
Top