Tîma Barcelonayê pêşwazî li keça Kurd kir!
Nûjîn Mistefa ji bajarê Kobanê ye û bi serpêhatiyên xwe yên koçberiya ber bi Ewropayê ve ketibû rojeva cîhanê. Rojnameger û nivîskar Christina Lamb jî serpêhatiyên Nûjînê kribûn pirtûk û ew pirtûk li 13 welatan ji bo 9 zimanan hatibû wergerandin. Herwiha vê pirtûkê cihê xwe yê di nav pirtûkên herî zêde tên xwendin de girtî bû. Keça Kurd di vê pirtûkê de ji Lamb re eşkere kiribû ku ew alîgira Barcelonayê ye û hewna wê ya herî mezin ew e ku futbolîstê Barcelonayê Lionel Messi bibîne.
Ev xewna Keça Kurd Nûjîn Mistefa bicî bû. Tîma Barcelonayê bi awayekî fermî vexwendnameyek ji Nûjîn Mistefayê re şand. Piştî vê daxwaza Barcelonayê Nûjîn Mistefa dawiya heftiya borî bi wesayîyeke taybet çû Barcelonayê û pêşbirka wê tîmê temaşe kir. Nûjîn Mistefa piştî wê serdana xwe îro careke din çû bo Barcelonayê û ji aliyê Lionel Messi û futbolîstên navdar ên din ve hat pêşwazîkirin.
Tîma Barcelonayê wê kurte-fîlmê li ser serdana Nûjîn Mistefa amadekiriye jî belav bike.
Aliyekê bedena Nûjîn Mistefa felcî ye û lê bi jîrbûn û zîrekiya xwe di rojevê de ye. Nûjîn ji bilî Kurdî, Suryanî, Erebî, Îngîlîzî û Erebî dizane û li Almanyayê dijî.
Basnews