• Monday, 24 June 2024
logo

Li Geverê kafeya pirtûkan hat vekirin

Gulan Media September 7, 2017 Corane
Li Geverê kafeya pirtûkan hat vekirin
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê "kafeya pirtûkan" a ku ji aliyê Wezareta Spor û Ciwaniyê hatibû avakirin bi merasimekê hat vekirin.

Kafeya pirtûkan bi beşdarbûna Qaymeqam û midûrên saziyên navçeyê li Parka Avaşînê hat vekirin. Kafeya pirtûkan dê her roj vekirî bimîne û kesên ku pirtûkan dixwînin dikarin bêpere çay û qehweyê jî li vê derê vexwin.



Derbarê kafeyê Qaymeqam Mahmut Kaşikçi daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev her dem xizmetê bidin ciwanên Geverî û wiha axivî:

"Em dixwazin ciwanên me bixwînin. Xwendekarên me yên dixwazin dikarin vê derê ji bo ezmûnên zanîngeh û TEOGê jî bixebitin. Ev kafe roja yekşemê jî tê de her roj dê vekîrî bimîne û 7 roj 24 saet wê xizmetê bide. Armanca me ew e ku zarokên me bixwînin. Ez ji wan jî taybet ên ku ji bo ezmûna zanîngehê dixebitin bila baş bixebitin û gelek pirtûkan bixwînin. Ji bo vê xizmetê ez ji rayedarên me yên wezaretê re jî gelek spas dikim."

Rudaw
Top