• Monday, 24 June 2024
logo

Futbolîstê navdar hate desteserkirin

Gulan Media September 2, 2017 Corane
Futbolîstê navdar hate desteserkirin
Futbolîstê brîtanî Wayne Rooney ku ji tîma Manchester Unitedê transferî tîma Evertonê bûbû, hate desteserkirin.

Futbolîstê tîma Everton a Lîga Premier a Brîtanyayê Wayne Rooney bi hinceta ku mey vexwariye û bi wê rewşa xwe otomobîla xwe ajotiye, dê derkeve dadgehê.

Li gor daxuyaniya hêzên ewlehiyê yên devera Cheshire, Wayne Rooney ku piştî vexwarina meyê, otomobîl ajotiye, bi kefalet hatiye berdan.

Hat ragihandin, ku futbolîstê 31 salî, dê di 18ê Îlonê de li Dadgeha Stockpor Magistrates derkeve pêşberî dadger.

Rudaw
Top