• Friday, 28 June 2024
logo

Li Duhokê rûdine, ronahiyê dide Libnanê

Gulan Media January 3, 2017 Corane
Li Duhokê rûdine, ronahiyê dide Libnanê
Hemwelatiyekî ji bajarê Duhokê, ji bo dabînkirina elektrîka taxekê Beyrûda paytexta Libnanê, girêbest îmze kiriye.

Azad Salih Necar ku nîştecihê Duhokê ye û demeke dirêj e li Duhokê xwediyê jeneratorên kolanan e, niha dixwaze pişeya xwe bibe derveyî Kurdistanê û ronahiyê bigihîne deverên din.

Azad Salih Necar ji Rûdawê re got; “Min ji bo taxa Cûnye ya bakûrê Beyrûdê 3 jenerator kirîn. Zêdetirê 4 hezar amper elektrîkê didim malan û cihên geştiyariyê.”

Nirxê lêçûna her sê jeneratoran li ser Azad Salih Necar 42 hezar dolar bûye. Girêbesta wî jî ji bo salekê ye. Piştî salekê dikare jeneratorên xwe bi kirê bide.

Azad Salih dibêje; “Ez bi xwe çûm û min girêbest îmze kir. Li gorî yasayên Libnanê, kesên biyanî jî dikarin beşdarê xizmetguzariyên wiha de bikin.”

Niha wî kesekî lûbnanî daniye ber jeneratorên xwe û ew bi xwe jî ji Duhokê ve serpereştiyê dike.

Libnan yek ji wan welatan e, di hilberandina elektrîkê de kêm dimîne. Ji ber vê yekî jî li gel elektrîka giştî, ya jeneratoran jî bikar tîne.

Azad Salih Necar dibêje; “Li wir jî wele ya Herêma Kurdistanê seetên elektrîka giştî li gorî demsal û rewşan tê guhertin. Weke mînak, di zivistan û havînan de 15 seet elektrîka giştî heye, 9 seeet jî ya jeneratoran.”

Li gorî gotina Azad Salih nirxê her amperekê elektrîkê li Libnanê 12 lîre wate 8 dolar e û ev nirx nayê guhertin.

Rudaw
Top