• Monday, 25 November 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê di piştgiriya mafên jinan de pêşeng bûye

Gulan Media November 25, 2024 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê di piştgiriya mafên jinan de pêşeng bûye

 Serokatiya Herêma Kurdistanê radigehîne ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de dibêje, “Em sozê didin jinên Kurdistanê ku em dê bê rawestiyan li ser karkirinê berdewam bin, ji bo bidestxistina dadperwerî û wekhevî û bihêzkirina şiyanên wan ji bo bicihanîna rolê wan ê giring di xizmetkirin û avakirina welatî de.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 25.11.2024) di ragehandinekê de amaje da ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de dibêje, “Di roja cîhanî ya binbirkirina tundûtîjiya li dijî jinan de, em pabendiya xwe bi parastina mafên jinan li Kurdistanê nû dikin.”

Tekez jî kir, “Herwesa em wan piştrast dikin ku em dê li ser karkirina ji bo nehêlana hemî awayên tundûtîjî û cudahiyên li beranberî jinan berdewam bin. Şiyandin û bihêzkirina pêgeha jinan berê binyatî yê avakirina civakeke dadperwertir û pêşkeftîtir e.”

Her di wê ragehandinê de hatiye, “Herêma Kurdistanê di piştgiriya mafên jinan de û dabînkirina derfetan ji bo tevlîbûna wan di jiyana siyasî û kargêrî de bi awayekî wekhev bi mêran re pêşeng bûye. Baweriya me wesa ye ku jin ne tenê di biryardanê de hevparên serekî ne, belkî ji bo guhertin û pêşkeftina berdewam jî bingeh in.”

Amaje jî da, “Di vê rojê de, em daxwaza zêdetir alîkariyan di navbera dezgehên hikûmî, rêkxistinên civaka sivîl û medyayan de dikin, ji bo belavkirina zêdetir hişyarî û bihêzkirina nirxên lêborînê û wekheviyê. Herwesa em tekezê dikin ku pêdivîtiya binbirkirina tundûtîjiya li dijî jinan ji bo piştrastbûna ji avakirina paşerojeke geş û aram ji bo hemî kitekesên civakê bi bizavên hevpar ên hemiyan heye.

Tekez jî kir, “Di vê helkeftina de, em sozê didin jinên Kurdistanê ku em dê bê rawestiyan li ser karkirinê berdewam bin, ji bo bidestxistina dadperwerî û wekhevî û bihêzkirina şiyanên wan ji bo bicihanîna rolê wan ê giring di xizmetkirin û avakirina welatî de.”

 

K24

Top