Rojhilatê Kurdistanê – Jineke kolber bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê jiyana xwe ji dest da
Jineke kurd a kolber li sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve gule lê hatin berdan û jiyana xwe ji dest da.
Li gor malpera Mafê Mirovan a Hengaw ragehandiye; Jineke kolber a temen 26 salî ya bi navê “Pirşing Qubad Zahîrî”, dayîka zarokekê û xelka navçeya Newsûd a Pawê bi guleyên rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê canê xwe ji dest da.
Herwaha li gor heman çavkaniyê ragehandiye; Roja Înê 22.11.2024ê, Pirşing Qubad Zahîrî, kolbera xelka gundê “Hana Germile” ya ser bi navçeya Neswûd a girêdayî bajarê Pawê, ji ber kûrahiya birînên xwe li encama berketina guleyên hêzên leşkerî yên Îranê li yek ji nexweşxaneyên bajarê Kirmaşanê canê xwe ji dest da.
Hat ragehandin bavê wê kolbera jin Îdrîs Qubad Zahirî û herwaha birayê wê, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine girtin.
Basnews