• Monday, 25 November 2024
logo

Omêd Xoşnaw: Pêşxistina bazirganiyê û ewlehiya av û xwarinê planên herî stratejîk ên Mesrûr Barzanî ne

Gulan Media November 25, 2024 Nûçe
Omêd Xoşnaw: Pêşxistina bazirganiyê û ewlehiya av û xwarinê planên herî stratejîk ên Mesrûr Barzanî ne

Ji bo hevrêzî, geşepêdan û pevguhertina ezmûnan, konfransa kompanyayên bazirganî û pîşesazî yên Kurdistanî û Polonî hate lidarxistin.

Serokê Şanda Bazirganî ya Polandayî û Parêzgerê Wiça Polnadayê Mark Mazor îro 24.11.2024 di civîneke rojnamevanî de  bi Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw re got, “Polanda welatek e giringiyê bi hemî pîşesazî û berhemên çandinê dide. Ji ber cihê cografî yê welatê me, em dikarin berhemên cuda cuda berhem bînin.”

Mark Mazor herwesa got, “Me gelek ezmûn bi welatên Yekîtiya Ewropayê re hene. Bi armanca eynî hevahengî û alîkarî di warên çandinê de, em bi Herêma Kurdistanê re kar dikin. Em li Ewropayê berhemînerên yekê yên berhemên xwerak û perindeyan in û li ser astê cîhanê jî em li rêza sêyê ne.”

Serokê Şanda Bazirganî ya Polandayî û Parêzgerê Wiça Polnadayê amaje jî da ku, Polonya welatekî pêşkeftî ye û dikarin di gelek waran de feydeyî ji Polonyayê werbigirin, wekî sîramîk û kelûpelên avahiyan û berhemên şîrî.

Paşî Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw got, “Di çarçoveya stratejiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di warê hemerengkirina dahatan û giringîdana bi tevaya kert û waran de, ji wan bizavên ku li ser hemî astên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine destpêkirin, em jî li sinorê Parêzgeha Hewlêrê mil bi milê wê stratejiyê peywendiyên xwe bi welatên deverê û Ewropayê re ber bi pêş ve dibin.”

Umêd Xoşnaw herwesa got, “Em dilxweş in ku ev du roj in şandeke bazirganî ya welatê Polonyayê bi serperiştiya Parêzgerê Wiçê li Hewlêrê ye. Sibe jî kompaniyên Polonyayê dê li nav pêşangeha Hewlêrê tevlîbûneke baş hebe. Em hêvîdar in bi serdan û tevlîbûna xwe li nav wê pêşangehê jî bibin sedema mukomkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Plonyayê.”

Navbir amaje jî da, “Polonya di warê çandinê û perinde û dan û keresteyên pêşvebirina kertê çandinê de pêşeng e. Em dixwazin feydeyî ji serbora wan werbigirin, ew jî temaşeyî derfetên weberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.”

Parêzgerê Hewlêrê tekez jî kir, “Di hin waran de, wekî berhemên perindeyan, berhemên mirîş û hêkan, herwesa petatan, ji bilî pirkirina pêdivîtiya navxwe, Herêma Kurdistanê berheman dişîne derveyê Herêma Kurdistanê û bajarên din ên Iraqê.”

 

 

Basnews

Top