• Monday, 25 November 2024
logo

Michele Camerota: Peywendiyên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê nayab in

Gulan Media November 25, 2024 Nûçe
Michele Camerota: Peywendiyên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê nayab in

 Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê pesna peywendiyên navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê dike û radigehîne, “Peywendiyên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê nayab in.”

Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Michele Camerota duhî (Yekşem, 24.11.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Ji bilî warê serbazî, di gelek warên din de jî hevahengî di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de heye.”

Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê amaje jî da, “Peywendiyên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê nayab in, her bi wî awayî peywendiyên navbera wê û tevaya Îraqê jî nayab in.”

Michele Camerota tekez jî kir, “Gelek tişt hene ku bihêziya vê peywendiya navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê biselimînin. Berî hemiyan, artêşa Îtalyayê wekî hûn dizanin parek ji hêzên Hevpeymaniya şerkirina li dijî DAIŞê ye. Em gelek ji nêz ve bi hêzên Pêşmergeyan re kar dikin.”

Navbirî herwesa got, “Îtalya parek ji koma pirneteweyî ya şêwirmendiyê ji bo çaksaziyê di nav rêzên Pêşmergeyan de ye. Heta Serok Barzanî jî berî çend rojan amaje bi wê yekê da ku, kirina van çaksaziyan ji bo yekkirina Pêşmergeyan li paşerojê ji bo karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xaleke gelek giring e.”

 

K24

Top