Gulistan Kiliç Koçyîgît: Xelkê Dêrsimê li hemberî zilmê serê xwe natewîne
Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li dijî danîna qeyûm derket û got, “Xelkê Dêrsimê li hember zilmê serê xwe natewîne.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi helkefta 25ê Çiriya Paşîn a Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li Hemberî Jinan çalakî tên lidarxistin.
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li Hemberî Jinan de bi beşdarbûna Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê çalakiyek hat kirin.
Beşdaran di çalakiyê de nerazîbûn li hemberî danîna qeyûman nîşan da.
Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê jî amaje pê wê yekê kir ku xelkê Dêrsimê li hembarî zilmê serê xwe natewîne û dê li dijî desthilata AK Partiyê helwesta xwe ya dîrokî nîşan bide.
Li Dêrsimê jî ji ber ku li şaredariyên Dêrsim û Pilûrê qeyûm hatin danîn çalakî li pêşiya avahiya şaredariyê hat kirin û amaje bi sîstema qeyûman hat dayîn ku ew jî tûndûtûjiyeke li hemberî îradeya jinan e.
“AKP û MHP dixwaze bi awayî nehiqûqî desthilata xwe demdirêj bike”
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê li ser navê girseyê axivî û got:
“Îro desthilata AKP û MHPyê bi zorê, bi awayî nehiqûqî û bi darbeya siyasî dixwaze desthilata xwe demdirêj bike.
Bi şikandina îradeya gel, destdanîna ser îradeya gel û darbekirina demokrasiyê dixwaze xwe mezin bike.
Lê ma qey AKP vê yekê jî nizane, vê erdnîgariyê gelekî zilm dît, ji dîrokê û heta niha xelkê Dêrsimê pir Yêzîd dîtin, pir Muaviye dîtin, pir Fîrawûn dîtin lê li hemberî wan sekna Huseyîn nîşan da û xelkê Dêrsimê li hemberî zilmê serê xwe ne tewand, xelkê Dêrsimê her tim nasnameya xwe, cewherê xwe û rêya xwe parast.
Ji wê jî Dêrsimê bedêla herî giran da. Di 1938an de 70 hezar kes bê kefen xistin bin axê û bûn şahidê komkujiya zarokên xwe.”
Rudaw