• Friday, 28 June 2024
logo

Him pêşmerge ye û him jî werzîşvan

Gulan Media November 23, 2016 Corane
Him pêşmerge ye û him jî werzîşvan
Werzîşa leşciwaniyê yek ji werzîşa navdar a cîhanê ye ku li piraniya welatên cîhanê cihekê taybet didin vî karî.

Herêma Kurdistanê jî weke welatên cîhanê heta asstekî baş hewl dide giringiyê bide vî beşa werzîşê. Li hemû bajar êu navçeyên Başûrê Kurdistanê holên leşciwaniyê hene.

Rizgar Şakir yek ji wan werzîşvanên leşciwainiyê ye ku weke werzîşvanekî bi hêz tê hijmartin. Ew xelkê nahyeya Qerokê ya Duhokê ye û roja 6ê Çileya 1990î ji dayik bûye.

Şakir 6 salan tekvando kiriye û ev du sal in jî werzîşa leşciwaniyê dike. Weke ku ew dibêje çend caran beşdarê palawantiya leşciwaniya Duhokê kiriye û encamên baş bidest xistiye.

Daxwaza wî ya herî mezin jî ew e ku rojekî beşdarî palawantiyên navdewletî bike û encamekî baş bidest bixe.

Ji bilî werzîşvaniyê Rizgar Şakir pêşmergeyekî welatparêz e. Rahênerê wî Şêx Seîd herdem hewl dide ciwanên herêmê weke Rizgar berê xwe bidin werzîşê û dibêje, “Ev werzîş dihêle ku ciwanên me bibin xwedî leşekî tendurust û bi hêz.”

Rudaw
Top