• Tuesday, 26 November 2024
logo

Eurovisiona 2016an bû ya Ûkrayna

Eurovisiona 2016an bû ya Ûkrayna
Beşdarvana Ûkraynî, Jamala şeva Şemiyê di pêşbirka stranbêjiyê ya Eurovisionê de ku li Stockholma paytextê Swêde hate rêxistin, bû yekemîn.

Li dûv Ûkrayna, Rûsya bû duyem û Awstralyaya ku bo duyem car beşdarî Eurovisionê bû, rêza sêyem wergirt.

Susana Jamaladinova (32), ku navê wê yê sehneyê Jamala ye, bi strana xwe ya "1944" ku li ser sirguna gelê Tetar e 534 pûan stand.

Serdema Cosêf Stalîn û Şerê Cîhanê yê Duyem de, Yekîtiya Sovyêtan nêzî 200 hezar Tetar bi tohmeta hevkarî di gel dagîrkerên Nazî yên Alman ji war û cihê wan kirin, û ew ji Qirima welatê wan sirgunî Asyaya Navîn û Sîbîrya kirin. Gelek ji sirguniyan di rêyan de ji nêza û serma mirin.

Jamala bixwe li sirguna Kirxistanê ji bavekî Tetar ê misilman û dayîkeke Ermen ya krîstiyan re çêbûye. Ew piştî serbixweyiya Ûkraynayê ya sala 1991ê ji Sovyêtên rûxayî vegeriyane Qirimê.

Nîbgirava Qirimê ku li qeraxa Deryaya Reş, li başûrê Ûkraynayê ye sala 2014an piştî serhildana li wî welatî ji aliyê Rûsyayê ve hate dagîrkirin. Ji hingê ve Rûsya, herçendî ji aliyê navneteweyî ve nehatibe pesendkirin jî, Qirim bi xwe ve girêdaye.

Jamala, li gorî ajansa nûçeyan ya Reutersê, got strana wê li ser sirguna 1944ê ye, û ne bûyerên vê dawînê yên navbera Ûkrayna û Rûsyayê.

Pêşbirka Eurovisionê ji sala 1956an ve 61 caran hatiye rêxistin.





Gotinên strana "1944" bi zimanê Ingilîzî û Tetarî ye û Kurdiya wê li jêrê ye:

"1944"

Dema biyanî tên...
Têne mala we,
We hemûyan dikujin
û dibêjin
Em ne tawanbar in
ne tawanbar

Ka hişê we?
Mirovahî digirî.
Ji we were hun xweda ne.
Lê her kes dimire.
Canê min nequrtênin.
Canê me.

Ez têrî gêncîtiya xwe nebûm
Ez li vir nejiyam
Têrî gêncîtiya xwe nebûm
Li vir jî nejiyam

Me dikarî siberojekê ava bikin
Siberojeke ku mirov azad in
Bijîn û ji hev hez bikin.
Serdemeke bextewer.

Ka qelbê we?
Mirovahî radibe şipya.
Ji we were hun xweda ne.
Lê her kes dimire.
Canê min nequrtênin.
Canê me.

Ez têrî gêncîtiya xwe nebûm
Ez li vir nejiyam
Têrî gêncîtiya xwe nebûm
Li vir jî nejiyam

Ez têrî welatê xwe nebûm.

Rudaw
Top